Hêzên Yekîneyên Berxwedana Şengalê (YBŞ) û Artêşa Iraqê li 2 gundên Şengalê li dijî çeteyên DAIŞ’ê operasyona hevbaş dan destpêkirin. Piştî ku 24’ê Tîrmehê du Êzidî ji aliyê çeteyên DAÎŞ’ê ve li Şengalê hatin qetilkirin, YBŞ û YJŞ’ê tevî artêşa Iraqê, Heşdî Şabî û hin hêzên herêmê li gundê Golatê dest bi operasyonê kirin. Hêzên YBŞ/YJŞ, doh li gundên Neêniyê û Gulata yên girêdayî Şengalê, li dijî çeteyên DAIŞ’ê operasyon dan destpêkirin. Hêzên YBŞ-YJŞ’ê derdora gundên Neînê, Golat û Xana Şahwaniyê yên Şengalê ji bermahiyên çeteyên DAÎŞ’ê paqij kirin.

Nasnameya Hecî Hesen dîtin

Piştî demekê hêzên YBŞ-YJŞ herêm kontrol kir.

Di vê operasyonê de kozik û stargeheke çeteyên DAIŞ’ê hate dîtin. Li wê deverê gelek erzaq, cil û berg, cebilxane, çekên kalaşnîkov, çeka M16 û rextê wê, sê teqemeniyên bi dest hatine çêkirin û tiştên jiyanî hatin peydakirin.

Di operasyonê de nasnameya Hecî Hesen Hemoye 24’ê Tîrmehê ji aliyê çeteyan ve hatibû qetilkirin hat dîtin. Operasyon danê êvarê bi dawî bû. Ji bo ewlehiyê beşek ji hêzên YBŞ-YJŞ li herêmê hatin bicihkirin.

ŞENGAL