Hêzên dewleta Tirk pêr êvarê êrîşeke giran bi topan birin ser kolanên Devran, Sanat, Zubeyde, Sariyildiz û Sûsam ên taxa Cûdî ya Cizîrê, ku bi hezaran mirov lê ne. Di êrîşên li Silopiyayê de Yûsûf Yagci hat qetilkirin, jinek jî bi giranî birîndar bû.

Hevseroka Meclîsa Gel a Cizîrê Asya Yuksel da xuyakirin ku tevî êrîşên dewletê yên li hemberî taxên wan, di heman demê de şerekî psîkolojîk jî tê meşandin û got, "Danê sibehê saet di 04:00-05:00 û danê nîvro bombebaran tê kirin. Bi bombeavêj, hawan û topan êrîşî taxên me dikin. Çekên giran ên ku heta roja îro nehatine bikaranîn, li dijî gelê me bi kar tînin. Zexteke psîkolojîk li ser gel dikin û bi vî rengî dixwazin gel ji taxan derxînin û taxan vala bikin."

Yuksel diyar kir ku li taxan hîna bi hezaran sivîl hene û got, "Tevî ewçend êrîşên giran û kuştinan, ji sedî 60´ê gel taxên xwe neterikandiye. Li cihên ewle yên taxên xwe, hewl didin xwe ji bombebaranê biparêzin. Eger li malan jêr zemîn hebe, li wir dimînin. Li malekê 4-5 malbat neçar in bimînin. Şert û mercên em tê de ne gelekî giran in, lê belê gelê me bi biryar e ku li malên xwe, li taxên xwe li ber xwe bide."


'Kesî navçe neterikandiye'

Yuksel da zanîn ku mirovên ji ber xaniyê wan xera bûne tax terikandine, ji navçeyê derneketine û got, "Kesekî ku navçe terikandiye, nîne. Li aliyê din ê pirê taxa Konakê heye. Malbat bi giranî li wir bi cih bûn. Ez li Cizîrê dijîm. Dixwazim bi taybetî vê bibêjim; gel bi biryar e li taxên xwe bimîne. Em naçin ti cihî, em li taxên xwe li ber xwe didin."

Yuksel bi bîr xist ku ew ji bo demokrasiyê, azadiyê û li dijî dîktatoriyê li ber xwe didin û bi vê bangê dawî li axaftina xwe anî: "Em bi hev re têkoşînê mezin bikin, ku dawî li dîktatoriyê bînin."


 ŞIRNEX