Faşîstekî Tirk li Hamburgê ji ber piştgiriya çepgirên Elman bi Tevgera Azadiyê ya Kurd re, êriş bire ser Navenda Komeleya Agahî û Çandê. Êriş li semta Vedel li dijî komeleya Lüttje Lüüd bi rê ve çû. Komeleyê piştî tesbîtkirina nasnameya êrişkar, got “destên me ne qeydkirî ne” û bang kir da ku li dijî faşîzmê, piştgiriya wan bê kirin.
Heman êrişkarî 14’ê Adarê jî li avahiya komeleyê heqaret li xelkê kiribûn û gef li wan xwaribûn. Hingê li avahiya komeleyê gelek zarok jî hebûn. Ev êrişkarê faşîst ê Tirk ê teqrîben 30 salî, ji piştgiriya bi Rojava re ya vê komeleyê aciz bûbû. Şemiya bihurî ev êrişkar careke din diçe avahiya komeleyê; vê carê di destê wî de çakuçekî seriyekî wî qedûm, hebû; gefan li çalakgerekî komeleyê dixwe, bi darê zorê dikeve nava avahiyê, zerarê dide deriyê avahiyê. Pê re jî sloganên faşîst, dijminê jinan û rasîst gotin. Dîtira rojê jî çalakgerên komeleyê dîtin ku li ser camên pencereyên avahiyê sloganên faşîstên Tirk hatine nivîsandin.
Komeleyê li dijî van êrişan daxuyaniyek da û got, bi van êrişan faşîst dixwazin wan û siyaseta wan a çepgir ji semta Veddel bikin der. Komeleyê got, ew ê êrişkariyê bi vî rengî û xasma yên şidetê weke ya bi çakûç ti carî qebûl neke û wiha dewam kir: “Em ê ne bihêlin ku faşîst fermanê bidin me, ne jî destên me qeyd kirî ne. Me piştî lêkolîneke kurt tevahiya agahiyên li ser êrişkar peyda kirin û em bi bavê wî re jî peyivîn. ... Werin Veddelê; tevî me nîşan bidin ku em nahêlin me çavtirsandî bikin û sîleha me jî piştgirî ye.”
HAMBURG