Rêxistina Komalên Ciwan piştî êrîşên ku li Rojavayê Kurdistanê li dijî kurdan rû dan, kampanyayek da destpêkirin û li gelek bajaran civîn lidarxistin. Komalên Ciwan, di çarçoveya kampanya "Em kolanên xwe biparêzin" de, li bajarên Rojavayê Kurdistanê Amûdê, Tirbespiyê û Hesekê civînên girseyî lidarxistin. Di van civînan de li hemberî êrîş û hewldanên li dijî kurdan rû didin, rê û rêbazên xweparastinê hatin guftugokirin.

Komalên Ciwan: Ji bo rejîmê eskeriyê nekin

Di civîna li Amûdê de Endamê Koordînasyona Komalên Ciwan Hemze Tolhildan axivî. Tolhildan bal kişand şer û aloziya ku Sûriyeyê pêk tê û diyar kir ku ev zêdetirî salekê ji ber siyasetên kuştinê yên rêjîma Baasî li welêt rê li ber şerekî navxweyî vebûye. Tohildan anî ziman ku ev rewş bandorê li ser Rojavayê Kurdistanê jî dike. Tolhildan di axaftina xwe de li hemberî êrîşên ku rû didin banga rêxistinbûn û parastinê li ciwanan kir û weha got: "Bê rêxistin em nikarin şoreşa xwe biser bixin û gelê xwe ji êrîşan biparêzin. Gelê me îro ber bi azadiya xwe ve diçe. Ji bo ev doz biserkeve divê em weke ciwan xwedî li nirxên şoreşê derkevin û civaka Rojava bi her awayî biparêzin."
Hemze Tolhildan ji bo serketina pêngavê bang li hemû ciwanên Kurd kir neçin eskeriyê û ji bo rêjîmê eskeriyê nekin û di nava komîteyên parastinê de cihê xwe bigrin.

Meclîsa Ciwanan a Hesekê hate sazkirin
Li bajarê Hesekê jî der barê rola ciwanan ya di şoreşa azadiyê de , civînek hat lidarxistin. Di vê civînê de jî Endamê Tevgera Civaka Demokratîk Dijwar Botan axivî û bal kişand êrîşên li hemberî kurdan ku di demên dawî de li Rojavayê Kurdistanê zêde bûne. Botan anî ziman ku ciwanên Kurd bi avakirina komîteyên parastina kolanan wê karibin hemû hewldanên êrîşan pûç bikin.
Piştî axaftinan, ji bo sazkirina Meclîsa Ciwanan a Bajarê Hesekê hilbijartin pêk hatin.

Li Tirbespiyê bi sedan kes tevlî bû
Li bajarê Tirbespiyê jî bi tevlîbûna sedan kesî, rêxistina Komalên Ciwan civînek li dar xist. Li Tirbespiyê jî Endamê Koordînasyona Komalên Ciwan Şoreş Xanî beşdarî civînê bû. Xanî di civînê de destnîşan kir ku ciwan stûna şoreşa Rojavayê Kurdistanê ne û bang li hemê ciwanan kir da ku xwe birêxistin bikin û li hemberî êrîşên ku li ser gelê kurd tê meşandin xwe biparêzin.

ANF/AMÛDÊ