Bertekên li hemberî operasyonên Îranê her diçe gurtir dibe. KCD dê di lîjneya xwe ya giştî de helwesta xwe diyar bike. Berdevkê KCD'ê Cemal Coşkun balkişand ser operasyonên ku ji aliyê Îranê ve li hemberî Herêma Federal a Kurdistanê tên meşandin û diyar kir ku di hedefa Îranê de statuya Kurdan heye û bang kir ku bila hemû Kurd li hemberî êrîşan bibin yek û helwesteke hevpar nîşan bide. Coşkun wiha pê de çû: "Kurdên Îran, Iraq, Sûriye, Tirkiye, Kafkasya û Ewropayê divê li hemberî êrîşên Îranê helwesta xwe nîşan bide." Berdevkê KCD'ê Cemal Coşkun destnîşan kir ku operasyonên ku Îran didomîne fikaran zêde dike û got ku rê li bertekên mezin vekiriye. Coşkun wiha pêde çû: "Civaka Kurd û em jî wekî KCD'ê tu wateyê nadin van êrîşana. Divê Îran demildest ji vê helwesta xwe vegere. Ji bo ku helwesta gel zêdetir mezin nebe divê em li bendê ne ku ev zext, zarodarî û texrîbat ji holê rabin."
'Divê yekîtî hebe'Coşkun anî ziman ku ew êrîşên Îranê şermzar dikin û got ku dê di lijneya giştî de nirxandinên berfireh bikin Coşkun wiha got: "Encamên nîqaşên me yên di kongreyê de dê ji raygiştî re bê aşkerakirin. Bila sekna me ya li hemberî rejîma Îranê yek be. Çimkî êrîşên Îranê ne li heberî rêxistinekê ye, li hemberî Kurdên Başûre. Statuya Başûr hedef hatiye girtin. Divê hemû gelê Kurd li hemberî vê helwesta xwe nîşan bide û bê deng nemîne."
'Kurd kirin hedef'Coşku bi lêv kir ku divê gelê Kurd protestoyên xwe bilind bike û ji bo ku Îran dest ji van êrîşên xwe berde bikeve nava hewldanan û wiha got: "Ev ne êrîşeke ji rêzêye. Raste rast Kurd hedef hatine girtin. Kurdan jî ev yek baş nîşandaye ku tu carî nirxên xwe ji kesî re nake yem."
SERTAÇ KAYAR/DÎHA