Rûşen Yakût li dikana xwe ya biçûk ku navê ‘Pirço’ lê kiriye, bi keda xwe ya destan kincan, xişr, aksesûar, abajûr, bîblo, awîzeyan hildiberîne û bi vî rengî debara xwe dike.

Rûşen Yakût ku ji beşa civaknasiyê ya zanîngehê mezûn bû, hê di dema xwe ya xwendekariyê de bi çêkirina zêr û ziber ji hevalên xwe re, dest bi vî karî kir. Yakût anî ziman, hingî qezenceke aborî ya ji vî karî nedihat bîra wê û ji karê xwe yê heyî razî ye; “Li şûna ku bibim parçeyek ji sîstemê, min xwest alternatîfa xwe biafirînim. Û di encama lêgerînan de bi alîkariya hevalan  me biryar dan berhemên em bi hev re hildiberînin li dezgeheke biçûk bifiroşin.”

Rûşen Yakût diyar kir, piştî ku wan berhemên xwe pêşkêş kir, çavdêriyê kir ka tên ecibandin an na û got: “Li gorî vê helwestê jî, em berhemên xwe ji nû ve diafirînin. Mirovên nû, nêrînên nû rê li ber hilberîna berhemên nû vedikin. Bi vî rengî berhemên me yên ku bi guhar û gerdaniyekî dest pê kir, niha gihîştiye heta qilfê pirtûkê, kilîdank, abajûr, lampeya li ser masê, kavê find li ser tê danîn, maseyên biçûk, refên pirtûkan û hilawesta zêr û ziberan. Aliyê herî xweş ê vî karî jî ew e, sînorê xwe nîne. Dema ku daxwaz zêde dibe, dema ku civak diguhere, karê tu dike jî bi pêş ve diçe û diguhere.” Rûşen got, “Em dixwazin li dijî berhemên fabrîkasyonê yên sar, berhemên ji şopa kedê û kevneşopiyê biafirînin, biparêzin.”

Li kolanan qedexe dikirin

Yakût da xuyakirin, ku wan li nava kolanan, li stantê berhemên xwe di nava mirovan de difirotin, lê belê ji ber ku şaredariyan firotina li nava kolanan qedexe dikirin, em neçar man bikevin hundirê dikanekê.

Pêwîstî bi qadeke taybet heye


Rûşen Yakût destnîşan kir ku ji bo nîşandana berhemên wan ên ji keda destan, pêwîstî bi qadeke taybet heye û diyar kir, berhem navê xwe çi dibe bila bibe, dema ku negihîşt ber destê gel, bê wate ye. Yakût got, “Ya ku em dikin, encama kedê ye. Hinek ji vê re dibêjin huner, hinek jî dibêjin pîşe. Çawa tê binavkirin bila bê binavkirin, dema negihêje ber destê gel, bê wate ye. Ne rast e ku karên bi vî rengî li kolanên dûrî navenda bajêr, li hundirê dikanên biçûk bê kirin. Ji xwe hatineyek zêde ya van berheman jî nîne. Li dijî markayên mezin zêde nikare bisekine. Ji ber vê yekê, divê ji karên bi vî rengî re cihêkariyeke pozîtîf bê kirin û hê bêhtir bên teşwîqkirin.”



MELEK YUKSEL / ANF / AMED