Berpirsyarê Sendîkaya Rojnamevanên Kurdistanê yê Kerkûkê, nivîskar Letîf Fatîh Fereç,  têkîldarî pêkanînên qirkirinê yên dewleta Tirk, bersiv da pirsên Ajansa Nûçeyan Firatê (ANF).

'Erdogan di dema xwe ya herî xirab de ye'

Dewleta Tirk gelek saziyên çapemeniyê girtin û bi tayînkirina qeyûman jî şaredariyên DBP’yî desteser kirin. Gelo mirov van pêkanînên AKP'ê dikare çawa şîrove bike?

Niha Erdogan di dema xwe ya herî xirab de ye. Har bûye. Dema ku dîktator têk diçin, psîkolojiya wan wisa ye. Naxwaze li Tirkiyeyê demokrasî hebe, tenê dîktatoriya xwe dixwaze. Senaryoya hewldana darbeyê ya 15 Tîrmehê li Erdogan hat û ev kir wekî fersendekê, bi navê Fetullah Gulen operasyon meşandin, piştre jî di bin navê "li dijî terorê" li hemberî HDP'ê û derûdorên aştîxwaz operasyon pêk anîn. Niha êrîşî Tevgera Kurd û derûdorên demokratîk ên Tirkiyeyê dike. Hûn jî dibînin li Tirkiyeyê çapemeniyeke muxalif nema nêzî 100 saziyên çapemeniyê hatin girtin. Herî zêde jî saziyên Kurdan ên çapemeniyê girtin. Qeyûman tayînî şaredariyan dike, şaredaran dixe girtîgehê. Ne tenê Kurd zirarê dibînin, li Tirkiyeyê çiqas  muxalif hene, wê wan biçewisîne. Ji ber ku Erdogan şexsiyetek e ku ji bo xwe dikare hemû tiştan bike. 

'PKK rêxistinek e ku li dijîterorê şer dike'

Tirkiyeyê Peymana Mafên Mirovan a Ewrûpayê îmze kiriye. Li hemberî van pêkûtiyên ku dike û hevkariya wê ya bi DAIŞ'ê re çima dengê xwe dernaxin?

Di şerê Rojava de jî Tirkiyeyê çeteyên DAIŞ'ê derman dikirin. Gotina "Kobanê wê bikeve" dikir. Lê çi bû. Kobanê neket, piştre DAIŞ ji Kobanê derket. Ji ber ku Kobarê neket, Rojava neket, cihanê hemûyî jî Rojava û Kurd dîtin ku tekane hêza ku DAIŞ'ê bide rawestandin gerîla û YPG ye. Tirkiye ji Ewrûpa û Emerîkayê re dibêje "YPG hêza ku hûn dizanin nîne, ew terorîst in" lê ne Ewrûpa ne jî Emerîka bi vê bawer nake. Ewrûpa û Emerîkayê dît ku di polîtîkayên xwe yên bi salan e, şaşîtî kirine. PKK terorîst nîne, hêzek e ku li dijî terorê şer dike. Tirkiye ji vê aciz dibe.

 'Em bibin yek bila cihan dengê me bibihîze'

Li gorî we divê li hemberî polîtîkaya Erdogan a"Osmaniya nû" helwêsta Kurdan çibe?

Projeya Erdogan ne tenê ji bo Tirkiyeyê, Heleb, Mûsil û Kerkûkê ye. Ev bi aqilane nîne. Xeyaleke dînîtî ye. Kesek desturê nade wî. Li hemberî wî, ne tenê Kurd, hemû hêz wê bisekinin. Niha Kurdên li hemberî dijminê xwe serî tewandî yên li cem Tirkiyeyê hene. Yek jî Kurdên ku li dijî dijminê xwe têdikoşin hene. Divê em dengê xwe bi hemû cihanê bidin bihîstin. Divê hemû gelê Kurdistanê li hemberî vê bisekine yekîtiya xwe ava bike. Bi  riya çapemeniyê divê em alîkariyê bidin hewldanên bi vî rengî. Kîjan parçe dibe bila be divê Kurd hemû li dijî polîtîkayên qirkirinê yên dagirkeran bi hevre tevbigerin. Ji ber vê yekê jî divê berjewendiyên partiyan deynin aliyekî û çar parçeyên Kurdistanê bi hev re tevbigerin. 


 KERKUK