Hevberdevkên Kongreya Demokratîk a Gelan li Ewrûpayê-(HDK-E) Asiye Esra Guden û Demîr Çelîk, li ser hilbijartinên 24’ê Hezîranê daxuyanî dan û gotin:”Li dijî faşîzmê alternatîf HDP’ê ye. Ji her demê zêdetir pêdivî bi HDP’ê heye.”

Di daxuyaniya hevberdekan de hat gotin, “Hilbijartin di şert û mercên awarte de pêk hatiye. Sê sal in li ser siyaseta demokratîk operasyonên tasfiyekirinê tên meşandin. Ev zext di dema hilbijartinê de jî bê navber dewam kirine. Lê ligel tevahiya van rê û rêbazên ne meşrû jî HDP’ê bend derbas kiriye. HDP’ê, hem rêjeya dengê xwe zêde kiriye, hem jî hejmara parlamenterê xwe zêde kiriye û bûye partiya sêyemîn. Lewre careke dîtir bûye hêviya gelan.”

Îspat bû ku bê HDP nabe

Di daxuyaniyê de hat gotin ku gelên Tirkiyeyê, careke dîtir îspat kirin ku têkoşîna demokrasî, maf û dadweriyê bê HDP’ê nabe û daxuyanî bi vî rengî dewam kir:”Heke HDP nebe, aştiyeke bi rûmet, demokrasî û jiyana nû ya azad pêk nayê. Gelên me bi vê baweriyê tevgeriyane û li hemberî desthilatdarî û dîktatoriya yekzilamî, nîşan daye ku HDP, tevgereke gel e ya ku pêşî lê nayê girtin.Li Tirkiyeyê, di têkoşîna hevpar a li hemberî faşîzmê de ji her demê zêdetir pêdivî bi HDP’ê heye. Demokrasî, azadî, dadwerî û wekhevî ancax bi têkoşîna siyasî ya HDP û HDK’ê pêkan e.”

 

BRUKSEL