Endamê Konseya Rêveber a Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) Adem Uzun ku ji bo organîze kirina Konfransa Rojavayê Kurdistanê li Franseyê bû hate binçavkirin û piştre li Dadgeha Parîsê hate girtin. KNK’ê nerazîbûnek tund nîşanî girtina Uzun da û diyar kir ku Uzun ji bo organîzekirina Konferansa Rojavayê Kurdistanê ya ku dê 13’ê cotmehê bê lidarxistin çûye Franseyê.
Di çarçoveya operasyonên li hemberî Krudan de ku ji aliyê “dozgerên super” ên Frensî de Thierry Fragnoli û David Benichou ve tên birêvebirin de Endamê KNK’ê Adem Uzun di 6’ê cotmehê de li gara trenê ya Montparnasse ya Parîsê hate binçavkirin. Her wiha nûçeya “Uzun rêveberekî PKK’ê yê Ewropayê” servîsî çapemeniyê hate kirin. Uzun di 9’ê cotmehê de bi biryara Dadgeha Parîsê hate girtinKNK’ê got; “Endamê Konseya Rêvebir ya KNK’ê Adem Uzun ji aliyê polîsên Fransayê ve bêyî sedem hatiye girtin. Konseya Rêvebir ya KNK’ê gelek lezîn li ser vê pirsê raweste û vê girtina neheq û bêqanûnî şermezar û protesto dike.”

Amadekariya Konferansa Rojava dikir

KNK’ê diyar kir ku Adem Uzun wekî endamê Konseya Rêvebir ji ber karûbarên dîplomatîk û amadekariya Konferansa 13’ê mehê cotmeha 2012 ya li ser Rojavaya Kurdistanê çûbû Parisê ku konferans dê li saloneke Parlementa Fransayê li Parîsê çêbibe û wiha berdewam kir: “Dewleta Tirk di her keysî da daxwazê ji dewletên Yêkitiya Ewropayê dike ku xebata polîtîkerên Kurd asteng bikin. Herî dawiyê serokwezîr Erdogan Almanya û Fransa bi nav kirin û got ku ev dewlete hevkariya Tirkiyeyê nakin ku xebata Kurdan li saheya Ewropayê bloke bikin. Fransayê bi girtina Adem Uzun hema bêje dîrektîfa Erdoganî aniye cih ku ev dê zerarê bigihîne sîstema demokratîk yê Fransayê. Dozgerê ku Adem Uzun daye girtin Thierry Fragnoli navdar e bi girtina polîtîkerên Kurd û piştî girtina Adem Uzun jî got ku ew tênagihin çima Tirkiye ji wan nerazî ye. Dozgerî bi zelalî got ku gotinên Erdogan yên ku qaşo Fransa hevkariya wan nake ne rast in û wan bi girtina polîtîkerê Kurd Adem Uzun nîşan daye ku ew hevkarê dewleta Tirkiyeyê ne. Ev axiftina bêtalih ya dozgerê Fransî Thierry Fragnoli nîşan dide ku wan bi hevkariya dewleta Tirk ev operasyone li ser siyasetmedarê Kurd Adem Uzun pêk anîne ku eve ji aliyê Kurd û Kurdistaniyan ve qetiyen nayê qebûlkirin.

'Polîtîkaya krîmînalîzekirinê biterikînin'

Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê got; “Kurd bi şêniya mezin li nav cografyaya YE'yê kedeke mezin didine pêşkevtina jiyana ekonomîk, polîtîk, sosyal û kulturî ya van dewletan. Herweha Kurd di nav sîstemê îdarî da kar û barên burokratîk û polîtîk jî dikin ku eve mafê wan yê rewa û demokratîk e. Kurd li goreyî qanûnên dewletên YEyê xebatên xwe dikin. Dewletên YEyê divêt li goreyî daxwazên dewleta Tirk hereket nekin û jiyanê li Kurdên cografyaya xwe teng nekin. Dewleta Tirk dixwaze sîstemê xwe yê antî demokratîk ixracî nav YEyê jî bike û mixabin hindek dewletên YEyê jî bi girtina polîtîkerên Kurd dibine şirîkê antî demokratîzma dewleta Tirkiyeyê. Dewletên YE'yê û bi taybetî jî Fransa vê pratîka krîmînîzasyonîst ya li ser polîtîkerên Kurd divê behemehal terk bikin.”

Banga serbest berdane

KNK’ê girtina Adem Uzun wekî êrişkariyeke beramberî xelkê Kurd bi nav kir û got; “KNK li hêviyê ye ku dewleta Fransayê zûtirîn dem Adem Uzun serbest bike û lêborîna xwe ji Adem Uzun, KNKê û xelkê Kurd bixwaze.”
KNK’ê got; “Adem Uzun divê tavilê serbest bê berdan berdan” û ev bang kir: “KNK li hêviyê ye ku Kurd û Kurdistanî û herweha dostên xelkê Kurd yên li Fransa û her derê cîhanê vê êrişkariya dewleta Fransayê mehkûm bikin û fişarê bibine ser hikûmeta Fransayê ku Adem Uzun serbest berdin.” 

ANF/PARÎS




Ji KCK’ê hişyariya tund

Serokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê girtina endamê KNK’ê Adem Ûzûn şermezar kir û ev hişyarî li dewleta Fransayê kir; “Em careke din bang li dewleta Franseyê dikin ku dest ji vê helwesta xwe ya dijmane berde. Ger dest jê bernede, Tevgera Azadiya Kurdistanê û gelê Kurd dê mafê xwe yê bersivdanê bi kar bîne û dê neçar bimîne ku li hemberî berjewendiyên dewleta Franseyê biryaran bigire.”
KCK’ê di daxuyaniya xwe de got; “Hêza sereke ya ku di van 6 salên dawiyê de bingehê vê komploya navneteweyî ya ku weke neheqî û êrîşek mezin li hemberî doza azadiya gelê Kurdistanê hate pêkanîn, berdewam dike dewleta Franse ye. Dewleta Franseyê alîgiriya mêtîngerî û pêkanînên komkujiyê dike û siyasetmedarên Kurd dike hedef. Dewleta Franseyê jî weke terorîst nîşandana doza mafdar a gelê Kurd û derew û îdîayên madeyên hişber û qaçaxvanî ku tu eleqeya me pêre tune ye dike û li ser esasê van îdîayan gelek siyasetmedarên Kurd girtiye, bi salan di girtîgehan de hiştiye, lê ji dadgehkirinê tu encamek derneketiye.”
KCK’ê ev hişyarî da dewleta Fransayê “Em weke tevgera azadiyê, me berê jî ji ber van mijaran çend caran dewleta Fransayê hişyar kir û me xwest dest ji vê helwesta xwe berde.  Em careke din bang li dewleta Franseyê dikin ku dest ji vê helwesta xwe ya dijminane berde. Ger dest jê bernede, Tevgera Azadiya Kurdistanê û gelê Kurd dê mafê xwe yê bersivdanê bi kar bîne û dê neçar bimîne ku li hemberî berjewendiyên dewleta Franseyê biryaran bigire. Ji ber vê jî, beriya ev yek bigihin vê astê, em bang li dewleta Franseyê dikin ku dest ji van polîtîkayan berde û dest ji dijminahî û neyartiya xwe ya li hemberî doza azadiya gelê Kurd berde."

ANF/BEHDÎNAN