Xwediyê Şîrketê Îmam Umay li hemberî vê yekê got "Ez ji Tuncelî me. Ez sere mirovan jê dikim û mirovan darve dikim." û gef li welatiyan xwar. Piştî vê yekê saziyen sivîl ên civakî û BDP'ê heyetek çêkirin û welatî ziyaret kirin. Welatiyan di çalakiyê de dirûşmeyên "Perî azad e, dê azad bibîne" û "Limak ji Periyê bicehime" berz kirin. Di çalakiyê de ji welatiyan Alî Taniş, anî ziman ku li gel biryara dadgehê disa bi maşîneyên kar dikevin axa wan û xwezayê wêran dikin. Taniş, anî ziman ku êdî axa wan jî li wan qedexe dikin û dê destûrê nedin vê yekê. Taniş, destnîşan kir ku dê her tim li dijî vê yekê têbikoşin û axa xwe biparêzin."
Welatiyê bi navê Zulfu Artarak jî ziman ku tenê 3-4 xwedîyê vê geliyê tune û bi hezaran xwediyê geliyê û axê hene û wiha got: "Em axa xwe bi 3-4 qurişan nafiroşin. Em dê heta dawî li axa xwe xwedi derkevin"
Artarak, bal kişand ser girtina hevalê xwe Ozkan Aslan û wiha got: "Îro hevalê me û sibê me jî bigirin em dê heta dewî li hemberî vê wêrankirina xwezayê têbikoşin. Pişt re li ser navê heyetê Nûnerê ÎHD'ê ya Dêrsimê Bariş Yildirim jî daxuyanî da û wiha got: "Li gel berxwedana welatiyan û biryara dadgehê dîsa xebatên înşaetê berdewam dikin. Têkoşîna Dêrsimiyan tenê ne bi HES'ê re ye.  Em wekî Dêrsimiyan her tim dê mafê xwe biparêzin.

 DÎHA/DÊRSIM