Terora AKP/Qesra Erdogan a li gundê Xerabê Bava yê Nisêbînê, li gelemperiya cîhanê tê şermezarkirin. Kurdistanî û dostên wan, êrîşên AKP/Qesr/MHP'ê yên li dijî Kurdan şermezar kirin.

TORONTO: Li bajarê Toronto yê Kanadayê, êrîşên dewleta Tirk ên li Xerabê Bava, li balafirgehê hate şermezarkirin. Girseya gel bang li dewleta Kanadayê kir, ku vê zilmê bibîne û ji gel jî xwest, bi lezgînî bikeve nava tevgerê. Çalakî piştî dayîna daxuyaniyê bi xwendina sirûda gerîla qediya.

STOCKHOLM: Terora dewleta Tirk a li Nisêbînê li bajarê Stockholmê hat şermezarkirin Çalakiya destpêkê li meydana Sergelê pêk hat. Kurdistanî û dostên wan ên danê êvarê li vê meydanê li hev civiyan, mîtîngek pêk anîn û operasyonên qirkirinê yên dewleta Tirk ên li Kurdistanê şermezar kirin. Çalakiya duyemîn jî ji aliyê endamên Ciwanên Azad ve li Gara Trenê ya Stockholmê pêk hat. Ciwanan bi heman armancê pankart vekirin û dirûşmên ji bo destekkirina Nisêbînê qîriyan. 

RENNES: Li Rennes a Fransayê, êrîşên li gundê Xerabê Bava hatin şermezarkirin. Çalakî li ber Şaredariya Rennesê pêk hat û belavokên li ser hovîtiya li Xerabê Bava diqewime, hatin xwendin. Di çalakiyê de dirûşmên "Kujer Erdogan", "Bijî Serok Apo" hatin qîrîn.

STRASBOÛRG: Li bajarê Strasboûrg ê Fransayê, bi pêşengiya Kmeleya Jinê ya Zîn, xwepêşandanek hat lidarxistin û komkujiya li Xerabê Bava hat şermezarkirin. Çalakî li Place Klêber danê êvarê pêk hat û wêneyên li ser komkujiya li Xerabê Bava hatiye kirin, hatin vekirin. 

VIYANA:  Li paytexta Awûstûrya Viyanayê, bi armanca şermezarkirina terora dewleta Tirk a li gundê Xerabê Bava yê Nisêbînê, li ber Nûnertiya Yekîtiya Ewropayê mîtîngek hat lidarxistin. Kurdistanî û dostên wan li ber avahiya nûnertiyê li hev civiyan bi wêneyan bal kişandin ser komkujiyên dewleta Tirk li Kurdistanê dike. Li Viyanayê îro li ber balyozxaneya Tirk çalakiyeke şermezarkirinê tê lidarxistin. 

ZURÎCH:  Li bajarê Zurîch ê Swîsreyê Kurdistanî li Bahnhofstrasseyê li hev civiyan û dirûşmên "Dawî li komkujiyên li Kurdistanê bînin" qîriyan. Gelek sazî û partiyên siyasî jî tevlî çalakiyê bûn û belavokên li ser mijarê hatin belavkirin.

DORTMÛND:  Kurdistaniyên li bajarê Dortmûnd ê Elmanyayê dijîn, ji bo Xerabê Bava çalakî lidarxistin. Çalakî ji aliyê Navenda Civaka Demokratîk a Kurd ve hat organîzekirin û li pêşiya Haûptbanhofê hat lidarxistin.

HAGEN: Bajarekî din ê Elmanyayê, ku bi heman armancê çalakî lê hat lidarxistin, Hagen e. Gelek Kurdistanî tevlî vê çalakiyê bûn û dirûşmên "Duh Cizîr, îro Xerabê Bava", "Bimire faşîzma AKP'ê", "Kujer Erdogan" hatin qîrîn. Li ser komkujiya li gund, belavok hatin belavkirin.

MANNHEÎM: Li Mannheîm a Elmanyayê, komkujiya rejîma faşîst a AKP'ê li gundê Xerabê Bava dike, bi çalakiyekê hat şermezarkirin. Çalakî ji aliyê Navenda Civaka Demokratîk a Kurd, Meclîsa Jinê ya Ronahî-Bêrîvan, HDK-Mannheîm, ATÎF, AGÎF, ADHK, SKYP DP ve hat organîzekirin û bi sedan kes tevlî bûn. Li vir daxuyaniyên HDK-Mannheîm, Navenda HDP'ê, NAV-DEM û YJA hatin xwendin û dirûşmên "Şehîd namirin", "NA ji rejîma şexsekî re" hatin qîrîn.



DÛÎSBÛRG:  Ji bo Xerabê Bava li bajarê Dûîsbûrg ê Elmanyayê çalakî hat lidarxistin. Çalakî ji aliyê Navenda Civaka Demokratîk a Kurd ve hat organîzekirin û li ber HBF'ê pêk hat. Di çalakiyê de pankartên bi nivîsa "Duh Cizîr, îro Xerabê Bava", "Dawî li komkujiyên li Kurdistanê bînin" hat vekirin. 

FRÎEDRÎCHSHAFEN: Kurdistaniyên li bajarê Frîedrîchshafen ê li herêma Bodensee ya Elmanyayê dijîn, bi pêşengiya Navenda Çanda Mezopotamyayê bi heman armancê çalakiyek lidar xistin. Girseya gel li Bûchhorn Platzê li hev civiya û belavok belav kir.

STÛTTGART: Li bajarê Stûttgart ê Elmanyayê, 'Piştgirî-Însiyatîfa Kurdistanê' ya ji aliyê ciwanên Kurd û Elman ve hat avakirin, li navenda bajêr stant vekir û li ber komkujiyê agahî da. Endamên însiyatîfê standek vekirin, belavok belav kirin û wêneyên ji komkujiyê daliqandin. Li vir axaftin hat kirin û terora dewleta Tirk hat şermezarkirin. 



 NAVENDA NÛÇEYAN