KJK: Heta ku komkujî neyê zelalkirin, ev bûyer wê li ser eniya dewleta Fransayê deqeke reş be. Em careke din bang li dewleta Fransayê dikin ku hemû aliyên vê komkujiyê zelal bike û kesên ku rola wan tê de heye, deşîfre bike.
Koordînasyona Komalên Jinên Kurdistanê (KJK) bi wesîleya salvegera komkujiya Parîsê, daxuyaniyeke nivîskî weşand. KJK’ê komkujiya Parîsê ya ku dikeve sala heftan, bi hêrseke mezin rûreş kir û got, ‘Sakîne Cansiz pêşengeke têkoşîna azadiyê ya jinan e. Bi têkoşîn, berxwedan û jiyana xwe rê nîşanî me dide.”
‘Êrişî proja rêber Apo kirin’
KJK´ê di kesayeta Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan, Leyla Şaylemez, Sêvê Demîr, Fatma Ûyar, Pakîze Nayir de hemû pakrewanên azadiyê bi bîr anîn û got, “Em baş dizanin ku dewleta Tirk a faşîst dijminatiya jinan dike. Dewleta Tirk jinên berxwedêr qetil dike. Jinên ku li Parîs û Silopiyayê hatin qetilkirin, emrê xwe dabûn têkoşîna azadiyê ya gelê Kurd. Hevrê Sakîne Cansiz li hemberî pergala êşkenceyê ya dewleta Tirk bi berxwedana xwe ya li hepsa Amedê, bandoreke mezin li ser jinên Kurd kiribû. Têkoşîna azadiyê ya ku bi pêşengiya hevrê Sakîne Cansiz hate destpêkirin, karakterekî gerdûnî wergirt. Dewleta Tirk bi qetilkirina Sakîne Cansiz hewl da ku bi jinên Kurdgavan bi paş ve bide avêtin. Di heman demê de armanca dewleta Tirk ev bû ku têkoşîna azadiyê ya jinan têk bibe ya ku Rêber Apo digot, xebata min a herî bi qîmet e.”
Ji bo Fransayê deqeke reş e
KJK´ê diyar kir ku komkujiya Parîsê bi fermana serokwezîrê wê demê Erdogan hatiyê kirin û got, “Komkujî ji aliyê Koordînatoriya MÎT’ê û bi destê xebatkarê gladyoya Tirkan, Omer Guney hatiye kirin. Piştre têtikkêş Omer Guney bi awayekî gumanbar miriye û şahidiya vê bazara qirêj ji holê hatiye rakirin. 6 sal di ser Komkujiya Parîsê re derbas bûn, lê heta niha ji aliyê dewleta Fransayê ve nehatiye zelalkirin. Heta ku komkujî neyê zelalkirin, ev bûyer wê li ser eniya dewleta Fransayê deqeke reş be. Em careke din bang li dewleta Fransayê dikin da ku hemû aliyên vê komkujiyê zelal bike û kesên ku di vê komkujiyê de rola wan hebû, deşîfre bike.
Leyla nîşaneya çanda berxwedanê ye
Koordînasyona Komalên Jinên Kurdistanê KJK´ê di dawî de got,” Komkujiya 9’ê Çileyê. Êrişên li ser Rêber Apo û li dijî Rojavayê Kurdistanê weke hev in. Polîtîkayên heyî nîşan didin ku dixwazin komploya navdewletî bidomînin. Em, hevrê û şagirtên Sakîne Cansiz dibêjin; em ê bi erk û berpirsyariya xwe ya têkoşînê rabin û bi afirandina jiyana azad a jinan bersivê bidin bibîranîn û mîrateya hevrêyên xwe ku rêwî û lêgerînerên rastiyê bûn. Li dijî komployê û hêzên komploger, jinên ku li ser xeta hevrê Sakîne Cansiz dimeşin û li ber xwe didin, bi rola pêşengiyê radibin. Çalakiya Leyla Guven ku nîşaneya çanda berxwedanê ya hevrê Sakîne Cansiz e, ispat dike ku ev ruh nemiriye. Di rewşa heyî de, bi helwêst, wêrekî û berxwedêriya hevrê Sara bersiv ji tecrîdê û her şêweyên êrîşê re dikare bê dayin.”
ANF/BEHDÎNAN