Li gor ankêtê Tirkiyeyê di rêza pêncemîn de cî girt.
Li gor ankêta Ipsosê, welatê herî zêde bi awayeke nerênî li koçberan dimeyzîne Belçîkaya û rêjeya wê ji sedî 72 ye. Piştî Belçîka bi rêjeya ji sedî 70 Afrîkaya Başûr, piştî wê bi rêjeya ji sedî 69 Rûsya, piştî wê jî bi rêjeya sedî bi rêjeya ji sedî 64 Îngilîstan e. Ji sedî 57’ê tirkan dibêjin ku koçber ji bo welatê wan xwedî bandoreke nerênî ne. Her wiha ji sedî 68’ê tirkan dibêjin ku koçber bandoreke nerênî li aboriya welêt dikin. Piştî Tirkiyeyê jî Belçîka ye û ji sedî 60’ê Belçîkayiyan ev nêrîn diparêzin. Her wiha ji sedî 61’ê Tirkiyeyiyan dibêjin ji ber koçberan ew bê kar dimînin. Di vî warî de de Rus bi rêjeya ji sedî 75 di rêza yekemîn de ne. Ji sedî 52’ê wan jî dibêjin; “Jimara penabaran pir zêde ye”. Tenê ji sedî 21’ê wan dibêjin koçber bi awayeke erênî bandor li welatê wan dike. Ji sedî 45’ê kesên ku beşdarî ankêtê bûne dan diyarkirin ku koçberî bandorên nerênî li welatên wan dikin. Ji sedî 41’ê wan gotin; “Ji ber wan em bê kar dimînin”. Ji sedî 51’ê wan jî gotin ku koçber bare “pergala ewlehiya civakî girantir dikin.”
AMSTERDAM