Dîwana Hevserokatiyê ya KONGRA GEL bi sernavê "Ji Mereşê heta Roboskiyê em hesabê hemû komkujiyan bipirsin" daxuyaniyek weşand û ji bo meşa li Strasbourgê ya ku îro wê pêk were, banga beşdariyê kir.

Di daxuyaniya nivîskî de hat gotin, "Di ser komkujiya Mereşê re 39 sal derbas bûn. Ev komkujiya bi destê hêzên dewletê, hate veşartin. Ti ji berpirsyaran nehatin eşkerekirin. Hesab ji kesî nehate pirsîn. Yên komkujî kirin û yên ku ew li dadgehan parastin îro li nava saziyên dewletê, li meqamên xwedî erk ên AKP'ê wezîfedar in."

Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku ji Mereşê heta Roboskiyê, ji Roboskî heta Cizîr, Sûr, Şirnex, Nisêbîn û berxwedanê din ên xwerêveberiyê, polîtîkayên komkujiyê yên dewletê dewam kirine û hê jî dewam dikin.


Li dijî faşîzma AKP-MHP´ê

Dîwana Hevserokatiyê diyar kir ku aqlê dewletê yê ku Kurdan, Elewiyan û hemû nasnameyên din weke dijminê xwe dibîne, îro jî li ser kar e û bi heman polîtîkayê tevdigere.

Di dewama daxuyaniyê de hat gotin, "Ji bo hesabê komkujiyên li Elewiyan, Kurdan, demokrat, sosyalîst, jin û ciwanan hatine kirin, bê pirsîn, ji bo kujer werin darizandin û cezakirin, divê rêxistin û têkoşîna hevpar bê xurt kirin.

Di dawiya daxuyaniya KONGRA GEL de ev bang li gelên li Ewrûpayê hate kirin: "Em bang li hemû mirovên li welatên Ewrûpayê li ber faşîzma dewleta Tirk radibin dikin ku sibe (îro) em li Strasbourgê li hev bicivin, li dijî faşîzma AKP-MHP-Ergenekonê em deng û hêza xwe bikin yek, berxwedana hevpar a hemû bindestan geş bikin û hesab bipirsin. Em bang li tevahiya gelên Kurdistan û Tirkiyeyê dikin ku bi rengê xwe tevlî vê meş û mîtîngê bibin." 


NAVENDA NÛÇEYAN