Nûnertiya Egîtîm Sen'ê ya Şemrexê ya Mêrdînê bi meşekê komkujiya çeteyên DAÎŞ'ê li gund û mezrayên Sernêkaniyê yê Kantona Cizîrê yê Rojava pêk anîn şermezar kir û bi heman meşê piştgirî dan berxwedana Lîceyê. Egîtîm Sen, hevşaredarên Şemrexê, endamên meclîsa şaredariyê, rêveberên BDP'ê û gelek welatî tevlî meşê bûn. Girse li ber Navenda Çandê ya Mehmet Uzun hate cem hev û bi sloganên "Bijî berxwedana Rojava" û "Gelê Rojava tenê nîn e" û ber bi Qada Cumhuriyetê ve dest bi meşê kirin. Di meşê de pankrata, "Ji Rojava heya Mahabatê her der berxwedan, ne êrîşên çeteyên namerd, ne xendekên PDK'ê û ne jî sêdarên rejîma reş a Îranê meşa gel a azadiyê ranawestîne" hate vekirin û piştî meşê daxuyanî hate dayîn.

Nûnerê Egîtîm Sen'ê Hamdîn Oztekîn piştî rêzgirtinê daxuyanî xwend û diyar kir ku mudaxeleya li dijî gelê li dijî çêkirina qereqolan ber xwe dide nayê qebûlkirin. Oztekîn, anî ziman ku çêkirina qereqol, qeleqol û operasyon nayên qebûlkirin. Oztekîn, da zanîn ku divê hikûmet ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd gavan bavêje û heye gav neyên avêtin dê berxwedana gelê Kurd berdewam bike.

'AKP pêvajoyê sabote dike'

Serokê Rêxistina BDP'ê yê Şemrexê Mehmet Şik jî diyar kir ku AKP pêvajoyê sabote dike û wiha got: "Birêz Ocalan û tevgera azadiya Kurd ji bo pêvajoyê baldar geriya lê hikûmeta AKP'ê li dijî vê yekê dest bi êrîş û çêkirina qereqolan kir. Li Rojava çeteyên DAÎŞ'ê yên AKP piştgiriya wan dike her roj komkujiyan li dar dixe. Em vê komkujiyê û yên piştgiriya wan dikin şermezar dikin û lenet dikin." 

MÊRDÎN