Li gorî vê hevpeymanê çeteyên DAIŞ’ê dê ji başûrê paytexta Sûriyeyê Şamê ber bi parêzgeha Reqqayê û bajaroka Marihê ya bakurê bajarê Helebê ve bêne veguhastin. Di 30’yê Kanûna 2015’an de jî rêjîma Baesê hevpeymaneke din bi çeteyên Cebhet El-Nusra re îmze kir. Li gorî vê hevpeymanê jî 212’ê çeteyên Cebhet El-Nusra dê ji parêzgeha Deraa ber bi parêzgeha Idlibê ve bêne şandin.
Tişta balkêş di van herdu hevpeymanên rêjîma Baesê bi çeteyên DAIŞ û Cebhet El-Nusra re, çima çeteyan ber bi herêmên Rojavayê Kurdistanê ve tên şandin? Ev yek diyar dike ku Rêveberiya Xweseriya Demokratîk li hemberî berjewendiyên van aliyên ku hevpeyman îmze kirine projeyeke metirsîdar e.
Piştî serkeftinên QSD’ê li hev kirin
Piştî ku Hêza Sûriya Demokratîk (QSD) hat avakirin, gelek deverên stratîjîk ji destên çeteyên DAIŞ’ê rizgarkirin. Şervanên QSD’ê her wiha li başûrê Kantona Kobanê jî li dijî çeteyên DAIŞ’ê hemleyek da meşandin. Di encama vê hemleyê de bendava Tişrînê û gelek deverên stratîjîk ji destên çeteyan hatin rizgarkirin. Li hemberî vê yekê rêjîma Baesê ji bo rê li pêşiya serkeftinên QSD’ê bigire, bi çeteyên DAIŞ’ê û Cebhet El-Nusra re hevpeyman îmze kirin û riya veguhastina çeteyan ber bi herêmên Rojavayê Kurdistanê ve vekir.
Li aliyekî din kantona Efrînê jî ji aliyên çeteyên Cebhet El-Nusra û Ehrar El-Şam ve rastî êrîşan tê. Rêjîma Baesê jî piştî ku hêzên şoreşger ên parêzgeha Idlibê di 16’ê Mijdara 2015’an de beşdarî nava Hêza Sûriya Demokratîk (QSD) bûn, ji çeteyên Cebhet El-Nusra xwest ku berê xwe bidin Idlibê rê li pêşiya belavbûna şervanên QSD’ê bigirin.
Çima bajaroka Marihê?
Li gel êrîşên çeteyên Cebhet El-Nusra û Ehrar El-Şam ên li dijî gundên navçeya Şêrewa ya kantona Efrînê, çeteyên El-Nusra, Ehrar El-Şam û DAIŞ’ê ji bo hevkariya hevûdu di êrîşên li dijî Kantona Efrînê de bikin, li hev kirin. Ev yek tê wateya ku hevpeymaneke çar alî ‘Rêjîma Baesê, El-Nusra, Ehrar El-Şam û DAIŞ’ê’ li dijî Kurdan hatiye îmzekirin. Di vê derbarê de çeteyên DAIŞ’ê xwe li bajaroka Marihê ku 16 km rojhilatê gundê Bênê ya navçeya Şêrewa dikeve xwe bi cih kirin. Pirsa girîng li gel îdîayên çeteyên Tevgera Ehrar El-Şam ya şerê li dijî DAIŞ’ê çawa çeteyên DAIŞ’ê gihîştin ser sînorê gundê Bênê. Bi vê yekê hevkariya van aliyên tarî bêtir zelal dibe û pilana wan a li dijî gelê Kurd eşkere dibe.
Armanca hêzên tarî gelê Kurd e
Li rex serkeftinên ku li Rojavayê Kurdistanê hatine bidestxistin, gelek hêz û aliyên leşkerî û siyasî ku ji bo demokratîkkirina Sûriyeyê dixebitin, hatin avakirin. Ji ber vê yekê hêzên radîkal ji bo rê li pêşiya projeyên demokratîkkirina Sûriyeyê bigirin êrîşên xwe li dijî welatiyên sivîl zêde dikin û hevpeymanan di nava hevûdu de îmze dikin.
NÛRHAT HESEN/ANHA/EFRÎN