Serlêdan bê encam man
Bozkurt da zanîn ku ji ber van niqaşan hemşîre bêyî derziyê li biraziya wî Helîn bixe filmê wê kişandin û wiha got: " Hemşirek din dema filma biraziya min kişand got 'eger bêyî derzî fîlm bê kişandin û zarok 10 15 deqeyan di filmê de bimîne dibe ku jiyana xwe ji dest bide. Dema me telefona hemşîrê kir ji min re xeber (çêr) da. Roja piştî wê em carek din çûn nexweşxanê. Min ji hemşîrê re got te bêyî ku derzî li biraziya min bixî filma wê daye kişan. Çarekdin xeber dan min. Min jî bertek nîşanî vê yekê da. Ez çûm gel serbijîşk û min giliyê hemşîrê kir. Serbijîşk ji min re got tu çi dixwazî em hemşîrê ji nexweşxanê derxînin. Min ji bi Kurdî bersiva wî da. Ew jî bi min keniya. Tiştek nekir û piştgiriya hemşirê kir."
Bozkurt, daxuyand ku piştî wî serî li Serbijîşk da, serbijîşk got ew dê girtekê bigirîn û wiha axivî: "Min got eger tu girtekê negirî û vê buyerê zelal nekî ezê van xebatên Nukleer Tipê hemûyan bi rêya çapemeniyê bidim eşkere kirin. Ezê li mafê xwe bigerim di warê dadê de jî li pey mafê xwe bim. Ji ber ku em Kurdin em rastî van pêkanînan tên. Em Tirk bûna em rastî van pêkaninan nedihatin. We dê ji mera gotibana hûn bi xêr hatin. Ez bang li hemû Kurdan dikim li hemû cihan bi zimanê xwe bi axivin. Bila zimanê Kurdî fêrî zarokên xwe bikin."
Têkildarî rêbaza tedawiyê Hasan Aytaş ê li Fakulteya Diranan a Zanîngeha Dîcle berpirsyqartiya Emarê dike diyar kir ku ger nexweşek ji gurçikên xwe nexweş be dema Tomografî were kişandin derzî lê nayê xistin û wiha got: "Eger ji bo berê ser gurçikê bê dîtin ÎVT yan jî Rotken tê kişandin ji bo vê jî divê derzî were lêxistin. Eger kesê nexweş bêje elerjiya min li hemberî vê derziyê heye û nexwaze lê were dayîn wê çazê derzî nayê lêxistin."
Em têkildarî bûyerê li rayedarên Kliniga Perwerde û Lêkolîna Nukleer ya Tipê a Amedê geriyan. Lê bersiva telefonên me nedan.
DÎHA/AMED
Ji ber bi Tirkî nizane nehat muayenekirin
Hemwelatiyê bi navê Îlhan Turgay îdîa kir ku hevsera wî Fahriye Turgay a ducanî ji ber bi Tirkî nizane li Nexweşxaneya Dewletê ya Qoserê nehatiye muayenekirin û heqaret li wan hatiye kirin.
Îlhan Turgay hevsera xwe ya ducanî ji bo muayeneyê ku dibe Nexweşxaneya Dewletê ya Qoserê û ji bo hevsera wî bi Tirkî nizane dixwaze tercûmaniyê bike. Turgay diyar kir ku ev xusûs ji doktorê bi navê S.O. re jî vegotiye, lê belê doktor bi gotina "Hevsera te çima bi Tirkî nizane?" heqaret li wan kiriye, ew qewitandine û hevsera wî muayene nekiriye. Turgay her wiha îdîa kir ku doktor gotiye, "Biçe tu li ku deverê gilî bikî bike!" Turgay da xuyakirin ku li tevayî nexweşxaneyên herêmê endamên El Nusra tên tedawîkirin, yek ji wan jî bi Tirkî nizane û ji bo wan tercûmanan tînin. Turgay di dewama axaftina xwe de anî ziman ku ji ber nêzîkatiya doktor çûye beşa mafê nexweşan, wan jî ew şandiye cem serhekîm û wî jî heman heqaret lê kirine.
Turgay, diyar kir ku paşê hevsera xwe ya ew 9 meh in ducanî ye biriye li Nexweşxaneya Dewletê ya Serêkaniyê muayene kiriye û li hemberî wan pêkanîn û kiryaran wê mafê xwe yên qanûnî bi kar bîne.
Rayedarên nexweşxaneyê têkildarî mijarê dan xuyakirin ku doktor bi tena xwe muayene nake, dibe ku ji ber vê xwestiye hevserê nexweş derkeve derve, lê ji ber ziman tiştek ne mijara gotinê ye. Rayedaran her wiha anîn ziman ku li nexweşxaneyê bêyî ferq û cudatiya ziman, ol û nîjad bê bikirin her kes wekhev tedawiyê dibîne û ji ber vê yekê jî serhekîm ji Turgay re gotiye ku dikare biçe li cem dozger gilî bike.
MÊRDÎN