Dêr qasî 5 metre bilind e deriyê wî yê rojhilat ji ber xemsariyê di bin axê de maye, derûdora dêr jî bi axê tijî bûye, di dêrê de bi taybetî jî freskên aydî sedsala 18’emîn balê dikişîne. 



Banê dêrê bi temamî hilweşiyaye, diwarên wî li ser du stûnan mane. Diwar û derî hema ku di bin axê de mane. Darê li hundirê dêrê jî nîşan dide ku bi salan e kesekî li dêrê nenêriye. 

Dîsa ji ber ku diwar hilweşiyane hewşa dêrê jî bi keviran tijî bûye. Lê li aliyê din li cem dêrê Mizgefta Eltî Hatun û Tirba Eltî Hatun jî hatine restorekirin. Ev yek jî nêzîkatiya dewletê ya li hemberî avahiyên dîrokî ya cudakar nîşan dide. 




 DÎHA/DERSIM