Destpêka Hezîrana bihurî yanî beriya bi qederê 4 mehan di şer de 4 gerîla şehîd bûn; lê dewleta Tirk a dagirker cenaze li çiyê hiştin û nedan malbatan.

Cenazeyên 4 HPG’yiyên ku di êrişa hewayî ya 3’yê Hezîranê de li çoltera Licê jiyana xwe ji dest dabûn, ev 4 meh in ku nadin malbatan. Cenazeyên ku doh ji Stenbolê birin morga Nexweşxaneya Gazi Yaşargîl a Amedê jî radiwestînin.

Li çoltera Taxa Bayirli ya navçeya Amedê Licê ya Amedê, di 2’yê Hezîranê de dewleta Tirk a dagirker operasyona eskerî kiribû. 3’yê Hezîranê balafirên şer herêm bombe kiribû. Cenazeyên 4 HPG’iyên di êrişa hewayî de jiyana xwe ji dest dayî, ev 4 meh in nadin malbatan. Cenazeyên Mahîr Andok (Îbrahîm Çelîk), Rêber Amed (Abdullah Tûrhan), Serhildan Mazî (Omer Demîr) û Zinar Akro (Yûsûf Kayran) ên HPG’yî 44 rojan li herêma operasyon hatibûn rawestandin. Malbat û gel piştî 44 rojan çûn herêmê û cenaze ji herêma operasyonê wergirtibûn. Piştî 44 rojan cenaze ji bo otopsiyê birin Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdehiyê ya Gazî Yaşargîl a Amedê. Piştî malbatan ji bo testa DNA’ê xwîn da, vê carê cenaze şandibûn Saziya Tipa Edlî ya Stenbolê.

Cenazeyan nadin û êşkencê li malbatan dikin

Dozger di 27’ê Îlonê de telefonî malbatan kir û got, encama testa DNA’yê ya malbatan diyar bûye. Piştî testa DNA´yê diyar bû, 27’ê Îlonê cenaze bi kargoya balafirê şandin Amedê. Cenaze di 28’ê Îlonê de gihişt Amedê. Li vir li şûna cenazeyan bidin malbatan, raste rast cenaze şandin Morga Nexweşxaneya Gazî Yaşargîlê. Malbat ji bo cenazeyan wergirin miracaetî dozgeriya Komarê ya Amedê kir. Dozgeriyê jî vê carê malbat şandin Fermandariya Cendirmeyan a Peyasê. Malbat çûn fermandariya cendirmeyan, û fermandariyê ewil ji wan re got, ‘emê cenazeyan piştî nîvrojê bidin´.

Malbat li ser vê yeke çûn pêşiya nexweşxaneyê û heta êvarê li ber nexweşxaneyê rawestiyan. Piştre rayedarên eskeriyê ji malbatan re got, “Emê di nava hefteyê de cenazeyên we bidin we.”

Çar meh in cenazeyan nadin

Dayika gerîla Zinar Akro, Melîha Kayran der barê vê êîşkenceya li malbatan de got, “Em 8’ê Hezîranê pê hisiyan ku lawê min şehîd bûye. 10 Hezîranê em çûn, me ji fermandariya Cendermeyan a Amedê doza cenazeyan kir. Wan xwest em testa DNA’yê bikin. Em çûn Nexweşxaneya Fakulteyê Zanîngeha Dîcle ya Amedê ji bo testa DNA’yê me xwîn da. 23 roj derbas bûn, encam derneket. Ji bo testa DNA’yê me dîsa miracaet kir.”

Cenaze li çiyê hiştin

Kayran, destnîşan kir ku piştî 25 roj derbas bûn pê hesiyan ku cenaze li çiya ne û wiha dewam kir: “Me agahî da cendermeyan. Wan jî got , ‘em nikarin biçin wê derê.’ Herî kêm me 3 caran miracaetî cendermeyan kir da ku biçin wir. Lê ne ew çûn û ne jî hiştin em biçin. Bi ser vê yekê de jî gef li me xwarin. Gotin ‘heke hûn biçin, em ê we ji xala 302’yê dadgeh bikin. Piştre me miracaetî Komeleya Mafên Mirova (ÎHD) û Baroyên Amedê kir. Di 16’ê Tîrmehê de em malbat û gel çûn cihê bûyerê û me cenaze wergirtin û li gund teslîmî dozgeriyê kirin.”

Kayran, diyar kir ku herî kêm 10 caran ji bo testa DNA’yê wê miracaet kiriye û wiha behsa eziyeta dewleta Tirk kir: “Beriya bi 27 rojan min cara 2’yê ji bo testa DNA’yê xwîn da. Ji Izmîrê 4 caran hatim Amedê. Carekê 53 rojan li vir mam. Doh telefonî min kirin û gotin, ‘encama DNA’yan derketiye, ev cenaze yên we ne. Du cenaze parçe bûne du cenaze jî saxlem in. Bi kargoyê ji Stenbolê şandin Amedê. Dibêjin ‘em ê di nava hefteyê de bidin we.”

Li gel ku testa DNA ya çar cenazeyên diyar bûye, cenaze birine Amedê cenaze li morga Nexweşxaneya Gazî Yaşargîlê ne û wan nadin malbatan.

AMED


 

Malbatan tacîz şînê jî qedexe dikin

Malbata endamê HPG’ê Denîz Agirbaz (Muhammet Emin Demîr) ê ku 11’ê Tebaxê şehîd bûbû, piştî bi 49 rojan karî cenazeyê kurê xwe wergire û pêr bi şev li Bismilê defin kir.

Denîz Agirbaz ê ku ji navçeya Bismil a Amedê ye, di 2014’an de tevlî nav refên PKK’ê bûbû û 11’ê Tebaxa 2019’an li Gevera Colemêrgê di şer de şehîd bû. Malbat 21’ê Tebaxê çû Gever û Colemêrgê û li morga nexweşxaneyê cenaze teşxîs kir. Malbatê heman rojê ji bo testa DNA xwîn jî da. Malbatê piştî 49 rojan di 28’ê Îlonê de dîsa miracaetî dozgeriyê kir û cenaze ji morga Nexweşxaneya Colemêrgê wergirt û bir Bismila Amedê. Malbatê diyar kir ku di rê da bi hinceta kontrola GBT’ê rastî tacîza esker û polîsan hatine. Malbatê pêr bi şev, bi tevlîbûneke girseyî cenaze li Goristana Taxa Akpinar spart axê. Polîsan dor li goristanê girt û beşdarên merasîma cenaze jî taciz kirin.

Lê dewleta Tirk a dagirker bi polîsên destûr neda malbat konê şînê vede. Ji ber vê şîn wê li mala bavê Denîz Agirbaz 3 rojan bidome.