Endamê Komîteya Rêveber a PKK'ê Mûrat Karayilan beşdarî bernameyeke taybet a Radyoya Dengê Kurdistanê bû û planên AKP'ê yên li dijî Tevgera Azadiyê ya Kurd, asta heyî ya şer, polîtîkayên dewleta Tirk ên li dijî Rojava û Başûrê Kurdistanê û girîngiya yekîtiya neteweyî ya Kurdan nirxand.

Karayilan bi wesîleya 18. salvegera komploya navneteweyî ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, komploya 15'ê Sibatê û hemû hêzên di nav de cih girtine şermezar kir û bal kişand ser îşkenceya psîkolojîk a 18 sal in li Îmraliyê tê kirin. Karayilan got, "Tevî hemû êrîşan jî Rêber Apo ev 18 sal in vîna xwe ya azad û serbixwe parastiye. Ev titşekî gelekî mezin û watedar e. Îro xeteriyeke mezin li ser Rêber Apo, tecrîdeke giran li ser wî heye. Têkildarî Rêberê me ti agahî li ber destê me nîne. Beriya me her kesî, xeterî li pêşiya Rêber Apo heye. Jiholêrakirina vê xeteriyê jî bi xurtkirina xwe, bi tevlîbûneke rast û rabûna bi erkên serdemê dibe."

Gotina Mehmet Tunç deng vedide

Mûrat Karayilan bibîr xist, ku bingeha pêngavên herî mezin ên Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê li Zîndana Amedê hatiye danîn û ev nirxandin kir: "Hevserokên Giştî yên HDP'ê Selahattîn Demîrtaş û Fîgen Yuksekdag, Ahmet Turk ê ku tevî emrê xwe û nexweşiya xwe jî xwedî li îrade, şeref û rûmeta xwe xwedî derdikeve. Di şexsê wan de ez silavên xwe ji hemû parlamenter, hevşaredar û siyasetmedarên Kurd ên girtî dişînim. Siyaseta Kurd bi berxwedana xwe ya îro re, serî li ber êrîşên AKP'ê, polîtîkayên çavtirsandin û gefê netewandiye. Gotina 'Me li ber êrîşên mêtîngeriyê serî netewand, em ê serî netewînin; bi me serbilind bin' a Mehmet Tûnç îro li zîndanan, li kolanan, li her qada jiyanê deng vedide."

Karayilan destnîşan kir, ku girîng e gelê Kurd zilma lê hatiye kirin ji bîr neke, hemûyan yek bi yek bibîr bîne û li gorî wê yekê tevbigere. Karayilan got, "Gelê me li hemberî rastiya dijmin êdî hişyar bûye, lê rewşeke bêrêxistinî heye. Ji bo ev rewşa bêrêxistinî ji holê were rakirin, divê mirovên ji hev bawer bibin yek, gelê me xwe bi rêxistin bike, xwe bike hêz û alîkariyê bide hev. Divê alîkariyê bide xizanan. Di kes bê pere, bê derfet, nemîne. Neçar nemîne ku ji bo nan xwe bifiroşe."

Asta şer a dewleta Tirk li Babê kifş bû

Li ser dagirkeriya dewleta Tirk a li Rojava û Bakurê Sûriyeyê jî Karayilan da xuyakirin, ku meseleya Babê weke mijareke girîng ket rojevê û got, "Ev 158 roj in dixwaze Babê bi dest bixe; piştre jî hesab dikir ku berê xwe bide Minbic, Reqa û Efrînê. Armancên dewleta Tirk ên di vî warî de gelekî mezin bû. Lê belê ji bo dewleta Tirkiyeyê rastiya xwe bibîne û ji bo cîhan tev vê rastiya dewleta Tirk bibîne, Bab bû eynikek. Niha cîhan tev bi asta şer a artêşa Tirkiyeyê dizane. Her kesî dît, ku artêşa Tirk mîna YPG'ê nikare li dijî DAIŞ'ê şer bike."

Karayilan diyar kir, dewleta Tirk hejmara kuştiyên xwe yên li Babê ji raya giştî vedişêre û got, ku eger ji Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) re bihata hiştin, wê QSD'ê di nava hefteyekê de ev herêm rizgar bikira.

Ji Başûr jî encam bidest nexist

Endamê Komîteya Rêveber a PKK'ê Mûrat Karayilan işaret bi planên dewleta AKP'ê yên li ser Başûrê Kurdistanê jî kir û got, "Heta roja îro firsend nedîtine vê plana xwe bi cih bînin. Em dikarin bêjin, li Başûrê Kurdistanê jî bi ser neketine. Wan xwestin li Şengalê şer bikin û bi vê wesîleyê di navbera hêzên Kurdan de şer derxînin. Yanî xwestin PDK'ê bikişînin nava şer, lê bi ser neketin. Heyeteke berfireh şandin Bexdayê. Xuya ye ji wir jî encamek bi dest nexistine."

Ji bo yekîtiyê nêzîkatiya stratejîk

Karayilan di dewama axaftina xwe de destnîşan kir, ku xuya ye banga Hevserokatiya KCK'ê ya ji bo yekîtiya neteweyî bandoreke mezin kiriye û got, "Bi qasî em dizanin, di vê çarçoveyê de gelek hevdîtin hene. Di mijara yekîtiya neteweyî de, pêkane ku hin tiştên cuda rû bidin. Di vê mijarê de hewldaneke cidî heye. Têkoşîna Azadiyê ya Kurd di serdemeke gelekî girîng re derbas dibe. Weke PKK em bi çavekî stratejîk li vê mijarê dinêrin."

Di dawiya axaftina xwe de endamê Komîteya Rêveber a PKK'ê Mûrat Karayilan da xuyakirin, ku li dijî pêla faşîst a li Tirkyeyê divê her kes yekîtiya xwe ava bikin û got, „Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê, ku li ser bingeha paradîgmaya Rêber Apo tevdigere, dixwaze li Tirkiyeyê guhertinê bike û Tirkiyeyê bike welatekî demokratîk. Dixwaze Sûriyeyê bike welatekî demokratîk. Ji ber vê yekê têkoşîna Kurdan a li Îmraliyê, li zîndanan, li çiyê, kolan, bajar û çar parçeyên Kurdistanê têkoşîna azadiyê, têkoşîna azadiya hemû gelan e."



Bi 9 xalan konsepta AKP-MHP’ê

Endamê Komîteya Rêveber a PKK'ê Mûrat Karayilan da xuyakirin, ku rejîma AKP'ê di rewşa heyî de biryar li ser konsepteke nû daye û di çarçoveya vê konseptê de xeta MHP'ê daniye pêşiya xwe.

Karayilan diyar kir, naveroka vê konseptê dijminatiya li Kurdan e û got, "Bi bahaneya hewldana darbeyê re piştî ku temamiya dewletê bi dest xist, êrîşî gelê Kurd û destketiyên gelê Kurd kir. Di çarçoveya vê konseptê de planek amade kir."

Karayilan ev plana navborî bi 9 xalan rave kir:

* Tecrîda li ser Rêber Apo şidandin û bi siyaseta îşkence û şerê psîkolojîk xwestin li Îmraliyê encamekê bi dest bixin.

* Hemû saziyên Kurdan girtin û êrîşî destketiyên gelê Kurd kirin.

*  Plan kirin ku dest deynin ser sed şaredariyên di destê siyaseta Kurd de ne. 

*  Siyaseta Kurd a demokratîk kir hedef û xwest Kurdan li derveyî qada siyasetê bihêle. Ji bo vê jî Hevserokên HDP'ê û 11 parlamenter girtin. Her roj parlamenterên binçav dikin û berdidin. Bi hezaran xebatkarên HDP û DBP'ê niha girtî ne. Di vê dema dawî de 4 hezar kes hatine binçavkirin.

*  Zextên li ser gel zêde kirin. Di çarçoveya şerê taybet-psîkolojîk de zexteke giran niha tê kirin. Ji bo vê jî dema Rewşa Awarte timî dirêj dikin.

*  Hewl didin ciwanên Kurd ji rê derxînin. Bi vê armancê êrîşên berfireh ên psîkolojîk dikin.  

* Operasyonên berfireh di rewşa heyî de li dijî gerîlayên azadiya Kurdistanê dimeşînin. Ji bo gerîla amadekariyê ji bicihbûna zivistanê re nikaribin bikin, êrîş dikirin. Niha jî ji bo cihê bicihbûnê tespît bikin di nava hewldanan de ne û êrîş dikin, ji bo gerîla tesfiye bikin.

*  Êrîşî dostên gelê Kurd dikin. Ti taybetî êrîşî tevgera şoreşger-demokratîk a Tirkiyeyê dikin.

* Ji bo dengekî bi tenê derkeve, gelek organên çapemenî-weşanê girtin. Niha 150 rojnamevan girtî ne.

Karayilan da xuyakirin, ku tevî hemûyan polîtîkayeke êrîşê ya li dijî Rojava û Başûrê Kurdistanê jî hebûn û operasyona bi navê 'Mertala Firatê' ya li dijî Rojava bibîr xist. 


  NAVENDA NÛÇEYAN