Şaredariya Yenîşehîrê a li navçeya navendî ya Amedê, Parka Merwanî vekiribû lê belê navê wê ji ber tîpa ´W´ di navê wê de heye, bi hinceta 'Ev tîp di nava tîpên tirkî de tune ye' hat qedexekirin. Şaredariyê li hemberî helwesta qedexekirinê vê carê jî motîf û neqşên ku di dema Dewleta Kurd a Merwanî de hatibûn çêkirin, li ser diwarê parkê bi cih kir. Gelek motîf û neqşên wekî 'Azadî',  'Naskirina Serxwebûna Merwaniyan', 'Dawiya Sîroyê Xayîn', 'Serhildana Gel', 'Şervanê kurd ên li dijî Artêşa Şîro ketin şer', 'Koçberî', 'Xewna Ebu Nasi' û gelek motîfên din balê dikşînin.

Xebatkarê parkê Riza Korkma diyar kir ku ev neqşên ku li diwarê parkê hatine xêzkirin, motîfên di dema Merwaniyan de ye û got: "Ev motîf û neqşên ku bi kedeke mezin li dîwarê parkê hatine bi cihkirin, gava ez bala xwe didimê kêfeke mezin jê digirim."

Dîroka Merwaniyan

Motîfa ku li dîwar hatiye xêzkirin, reyîsê Harputê Bad e, Bad gelek şervan li dora xwe kom kiriye û bixwe jî şevanekî serkeftî ye. Di 984'an de Farqînê dorpêç dike û digire destê xwe. Piştî wê Amed, Nisêbîn û Cizîrê digire destê xwe. Bi dehan artêşên ku diçin ser, hemûyan têk dibe û serxwebûna xwe îlan dike.
Hemdanî di 990'î de bi artêşeke mezin bi ser de diçin. Gava artêşa Bad tê ber têkçûnê, biraziyê wî Emîr Ebu Alî Hesen Merwan fermandariyê dixe destê xwe û dijmin têk dibe, bingeha Dewleta Merwanî dideyne. Paşê Ebu Mansur tê ser text. Di dema Ebu Mansur de Merwanî bi hêztir dibin. Merwanî di dema Ebu Nasir de jî herêmên Erzirom, Colemêrg, Nisêbîn û Cizîrê jî dixin destê xwe û axa xwe fireh dikin. Li gorî çavkaniyên dîrokî, Merwanî di dema Ebu Nasir de gelekî dewlemend bûne û di nava aştiyê de jiyan e. 

DÎHA/AMED