Navenda Çapemenî-Ragihandina HPG’ê diyar kir ku çarçoveya serweriya herêma ya li navçeyên Çelê, Gever û Şemzînana Colemergê ji aliyê gerîlayan ve hin çalakî hatine lidarxistin û der barê van çalakiyên gerîlayan de ev agahî da: “Di 8’ê Cotmehê de li dijî qereqola Oramara Geverê ji aliyê gerîlayên me ve çalakiyek hatiye lidarxistin. Di encama çalakiya de hemû baregeh bi awayeke bandor hatiye lêdan , 5 leşkerên dijimn jî hatine kuştin, hejmara birîndaran jî nehatiye zelalkirin. Herweha tankek, çeperek û birceke çavdêriyê jî ji aliyê gerîlanê me ve hatiye rûxandin, tankek û konteynerek jî derbe xwariye.”
Di 8’ê Cotmehê de li dijî Qereqola Rûbaroka Şemzînanê ji aliyê gerîlayên me ve çalakiyek hatiye lidarxistin. Di encama vê çalakiyê de hemû baregeh bi awayeke bandor hatiye lêdan, 2 dozer derbe xwariye, di avahiya qereqolê de jî zirar dîtiye. Hejmara kuştî û birîndarê dijmin jî nehatiye zelalkirin. Piştî çalakiyê ji aliyê artêşa dagirker a Tirk li dijî çiyayê Govendê ji aliyê artêşa dagirker a Tirk bi hewan û obusan hatiye lidarxistin.

Li Geverê çalakî 
HPG’ê di daxuyaniya ku dayî de ragihand ku: “Di 8’ê Cotmehê de li Geverê li dijî helîkoptereke alav û cebilxanê vediguhezîne ku li Girê Gipê dadiket ji gerîlayên me ve li dijî leşkerên li derdora wê kombibûn çalakiyek hatiye lidarxistin. Di encama vê çalakiyê de hejmara kuştî û birîndarê dijmin ji aliyê me ve nehatiye zelalkirin. Di 8’ê Cotmehê de li Geverê li dijî Girê Çetan a bi ser Mergezerêye li dijî leşkerên dijmin çalakiyek hatiye lidarxistin. Di encama vê çalakiyê de hejmara kuştî û birîndarê dijmin ji aliyê me ve nehatiye zelalkirin. Piştî çalakiyê li dijî Çiyayê Çarçelayê û herêma Mêrgezerê ji aliyê artêşa dagirker a Tirk bi hewan û obusan hatiye lidarxistin.”

Gerîlayan rê kontrol kirin 

HPG’ê di daxuyaniyê de wiha got: “Di 8’ê Cotmehê de li ser riya Şemzînan-Geverê li navbera qereqolên Harûna û Durê de ji aliyê gerîlayên me ve rê hatiye kontrolkirin. 200 wesayit hatiye rawestandin, nasnanme hatine kontrolkirin û gel di derbarê pêvajoyê û di derbarê kompolaya 9’ê cotmehê de hatiye agahdarkirin. Di vê çalakiyê de her wiha keseke bi navê Îhsan Surname yê bi dijmin re hevkariyê dike ji aliyê gerîlayên me ve hatiye binçavkirin. Her wiha di vê çalakiyê de di navbera gerîlayên me û wesayiteke leşker di navê de bûn û li hişyariya gerîlayên me ya rawestîne guhdar nekirine pevçûneke demkurt qewimiye. Wesayita reviyaye ketiye qereqola Harûna. Pişt re jî bi embûlansan kuştî û birîndarên xwe ji herêmê dûr xistine.”

Teqîna Sêgirkê 

Di 7’ê cotmehê de li bejahiya Bajaroka Sêgirtê welatiyên ku li Çiyayê Sirgê êzîng kom dikirin bombeya leşkerên ku derketibûn operasyonê bi destê wan de teqîya. Di teqîna bombeyê de welatiyê 22 salî Nizar Babat jiyana xwe ji dest da û 3 kesên din birîndar bûn. HPG’ê  di daxuyaniya ku dayî de wiha got: “Di 7’ê Cotmehê de li navçeya Qilabana Şirnexê li gundê Sêgirkê (Şenoba) bi teqîna kesekî jiyana xwe ji dest dabû û kesek jî birîndar bibû tu têkiliya gerîlayên me pê nîne.”

HPG’ê çalakiya li Bazîdê girt ser xwe


HPG’ê teqîna 8’ê cotmehê li navçeya Bazîda Amedê li dijî lûleya gaza xwezayî ya di navbera Tirkiye û Îranê de pêk hat û di encamê de herikîna gazê hate rawestandin, girt ser xwe.
Navenda Çapemenî-Ragihandina HPG’ê got; “Di 8’ê cotmehê de li navçeya Bazîda Agiriyê li nêzî gundê Mişonê li dijî xeta lûleyan a xaza xwezayî ji alikyê gerîlayên me ve çalakiyeke sabotajê hatiye lidarxistin. Di encama vê çalakiyê de zirareke mezin l ili xeta lûleyan de pêkhatiye û herîkîna xazê hatiye rawestandin. Rêveberê Şîrketa Gazê ya Neteweyî ya Îranê Cewat Uvcî daxuyaniyek da ajansa nûçeyan a Farsê û da zanîn ku teqîn di kîlometreya 50’emîn a Tirkiyeyê de pêk hatiye û ziyanek mezin di lûleya gazê de çêbûye. Wezareta Enerjiyê ya Tirk di daxuyaniya da Reutersê de diyar kir teqînê li nêzî navçeya Bazîdê ya Agiriyê pêk hatiye. Wezaretê da zanîn ku xebatên tesbîtkirina xesara di lûleya petrolê de çêbûye berdewam dikin. Hat diyarkirin ku nayê zan ka dê gaza xwezayî kengî bi awayeke normal biherike.”

 

ANF/BEHDÎNAN