Îlham Ehmed got, wê ji endamên kongreyê û senatoran xwestiye, qedexeya firrîna balefirên şer li ser Bakur û Rojhilatê Sûrî ferz bikin û êrişa dewleta Tirk bidin rawestandin û ew jî pê re hemfikir bûne.
Senator Van Hollen: Îlham Ehmedê rewşa pirr xerab ji me re got ku li gorî wan divê tiştek bê kirin. Em bi Îlhamê re ne di dema wezîfeya wê ya hewarê de ku ji Kongreyê dixwaze zend û bendan vemale.
Senator Graham: Em êdî bêhtir bi fikarin li ser rewşa li Bakur û Rojhilatê Sûrî. Niha divê Kongre bicive da ku em hejmareke guncaw a eskerên DYE´yê li Sûriyê bihêlin û piştgiriya hewayî jî misoger bikin.
Hevseroka MSD´ê Îlham Ehmed doh ji bo hevdîtinan li Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê bû û weke gava pêşî li Kongreyê bi senatorên herdu aliyan, yanî hem komarxwaz û hem demokrat re rûnişt. Aliyan hemûyan fikarên xwe anîn ziman û hemfikir bûn ku divê êrişa qirkirinê ya dewleta Tirk divê bê rawestandin. Weke pêşniyaz jî qedexeya firrîna balefirên şer û di navbera aliyan de bicihkirina hêzeke navneteweyî ya navbeynkar hat binavkirin.
Senatorê ji Partiya Demokrat ê xurt, Chris Van Hollen piştî hevdîtinê got, “Ez ji civîna bîpartîzan (a senatoyê) ya bi Hevseroka Meclîsa Sûriyeya Demokratîk (MSD) Îlham Ehmed niha derketim. Ew nûnera herî bilind a Kurdên Sûriyê ye. Wê rewşa pirr xerab ji me re got ku li gorî wan divê tiştek bê kirin. Em bi Îlhamê re ne di dema wezîfeya wê ya hewarê de ku ji Kongreyê dixwaze zend û bendan vemale.”
Divê êrişa Tirkiyeyê bidin rawestandin
Ji aliyê Partiya Komarxwaz jî senatorê payebilind Lindsey Graham di civînê de hazir bû. Wî jî piştî civînê got, “Piştî civîna me bi Îlham Ehmed re, em êdî bêhtir bi fikarin li ser rewşa li Bakur û Rojhilatê Sûrî. Niha divê Kongre bicive da ku em hejmareke guncaw a eskerên DYE´yê li Sûriyê bihêlin û piştgiriya hewayî jî misoger bikin.”
Îlham Ehmed jî diyar kir ku wê ji endamên kongreyê û senatoran xwestiye, qedexeya firrîna balefirên şer li ser Bakur û Rojhilatê Sûrî ferz bikin û êrişa dewleta Tirk bidin rawestandin.
Îlham Ehmed got, endamên Meclîsa Nûneran a Kongreyê jî banga şandina hêzên navneteweyî yên navbeynkar di navbera QSD`ê û Tirkiyê de kirine. Wê diyar kir ku hem senator û hem endamên meclîsa Nûneran hemfikir in ku divê Tirkiyeyê neçar bikin kiryarên qirkirina etnîkî li dijî gelê Kurd û pîlanên guhertina demografyayê li xaka Sûriyê rawestîne.
WASHINGTON
Hêzeke Ewrûpî ji bo Rojava
Doh wezîra karê derve ya Elmanyayê Annegret Kramp-Karrenbauer (CDU) û pêr jî parlamenterekî ji partiya wê Kieswetter ji bo rawestandina êrişên qirker ên Tirkiyeyê pêşniyaza hêzeke Ewrûpî bi koordînasyona Rûsya û Tirkiyeyê li bakur û Rojhilatê Sûrî kir. Wê got, “Divê em bikin ku çareseriyeke siyasî bibe li Bakurê Sûriyê. Ji ber wê jî muhim e ji Ewrûpayê em înîsiyatîfekê bidin destpêkirin.” Wê wekî din da zanîn ku wê wezîrê karê derve Heiko Maas jî ji biryara xwe agahdar kiriye.
Partiya Lîberal a Elman FDP´ê jî bi daxuyaniyekê got, divê artêşa federal a Elman ji bo wezîfegirtina di vê çarçoveyê de amade be. Wî rexne jî li bêdengiya Elmanyayê ya heta niha girt û got, “Elmanyayê demeke dirêj beramberî dagirkeriya delweta Tirk xwe lal kir.”
Erdogan çû Soçiyê
Serokkomarê Tirk Tayyip Erdoganê qirker, ji bo ku destûra dewamkirina qirkirina li Rojava ji serokdewletê Rûsyayê Vladimir Putin wegire çû Soçiyê. Gava ku nûçeya me dihat amadekirin, civînê bi awayekî neasayî 2 saetan dewam dikir û neqediyabû.