
Koma Pel a muzîkê ya li Edeneyê xebatên xwe dike li dijî pergala dewletê û şideta wê ya xwe disipêriyê, klîba bi navê “Biqîre” amade kir. Stranbêjê komê Îlyas Arzu got, “Em wekî Koma Pel ji bo ji yek rengiya rejîmê re bibêjin raweste, me got ‘Biqîre” Koma Pel a di bin banê Şaxê Navenda Çanda Mezopotamyayê (NÇM) ya Edeneyê de xebatên xwe dikin, piştî saziya wan bi Biryara di Hikmê Qanûnê de (KHK) hat girtin, xebatên xwe bênavber dimeşînin. Komê ji bo li dijî zordariya pergalê serî rake, klîba bi navê “Biqîre” amade kir. Gotinên stranê yên stranbêjê komê, Îlyas Arzu ne. Arzu eşkere kir ku piştî ku saziya wan hatiye girtin, cezayê “Hepsa malê” dane wî û di wê pêvajoyê de wî “Biqîre” nivîsiye.
Xurtkirina têkoşînê erk e
Îyas Arzu yê endamê komê da zanîn ku piştî saziya wan hatiye girtin, wan hê zêdetir giranî daye xebatan û xwe berdane nava gel û wiha axivî: “Ruxmê hemû zextan jî em ê zêdetir xebatên xwe dewam bikin. Ji bo pergala demokratîk û azad a gelan bi pêş keve, peywira herî giran dikeve ser milê me hunermendan. Em ji vê erkê berpirsyar in.”
‘Xwe kerr neke, biqîre’
Arzu anî ziman ku ew dibêjin, li dijî polîtîkaya şidetê ya desthilatdariyê “Biqîrin” û wiha pê de çû: “Me wekî Koma Pel berê jî gotibû ‘Êdî Bes e’ û bi hêza huner banga têkoşîna li dijî faşîzmê kiribû. Ji ber ku di vê pêvajoyê de berxwedaneke mezintir bê meşandin, em bang dikin da ku kes xwe kerr û bêdeng neke û heta ku dengê wan derdikeve bila israra xwe ya jinana azad, bi qîrîn bibêjin. Ji ber vê me biryar da ku em xebateke wiha bidin meşandin.”
Îlyas Arzu piştrast kir ku di dema kişandina klîbê de ew bi gelek zehmetiyan re rû bi rû mane û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Me xwest ji Geziyê heta Kobanê, ji Sûrê heta Cizîrê û heta Reqqayê em vê berxwedanê vebêjin; lê bi xwezayî me li her derî nikaribû em qeydan bikin. Me jî navê van cihên berxwedanê bi derfetên xwe li ser tîşortan nivîsî. Yanî xebata divê di mehekê de biqediya, di 6 mehan de qediya.”
Dîrokî wêrekî li hunermendan ferz kir
Arzu derbirî ku wekî her serdemê, di vê serdemê de jî dewletê bi rêya Rewşa Awarte (OHAL) tundî û zordarî derxistiye asta herî jor, diyar kir ku ew wekî hunermend dê tu carî hînê vê yekê nebin û dê têkoşîna xwe dewam bikin. Arzu got, “Baweriya me tam e ku teqez rejîma şidet û zordariyê wê têk biçe” û ev bang li hunermendan kir, “Tişta dîrokê li ser me hunermendan ferz kiriye wêrekî ye. Dema kesayetî wêrekiya xwe ji dest dide, her tiştê xwe winda dike. Ji ber ku bi têkoşîna li dijî zilmê re wêrekî û rêxistinî tê avakirin. Ez wekî hunermendê ji kevneşopiya NÇM’ê, vê bangê ji bo hunermendan dikim. Divê hemû hunermendên azad difikirin, li dijî faşîzmê têbikoşin.”
Biqîre êdî bes e ji zilmê re
Îlyas diyar kir ku ew wekî Pel ji bo ji rejîma şidetê û ji pergala yekreng re bêjin êdî bes e, dibêjin, “Biqîre” û eşkere kir ku ew ê her dem li dijî zilmê dengê xwe bilind bikin.
MA/EDENE