Ûgûr Şakar çarşema bihurî li bajarê Elmanyayê Krefeldê bedena xwe da ber agir û tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û helwêsta polîsê Elman a êrişkar bi çalakiay xwe protesto kir. Çapemeniya Elman bi nûçeyên xwe hewl dide agahiyên derew belav bike û çalakiya Şakar manîpule bike.
Ugur Şakar ê ku di çalakiyê de bi girranî birîndar bû, rakirin nexweşxaneya Duisburgê. Li gorî agahiyan, 67 ji sedî yê bedena wî şewitiye. Hema piştî çalakiya Şakar, hin ji organên medyayê yên li eyaleta NRW’ê, nûçeyên ji bo manîpulekirina çalakiyê weşandin.
Şakar yek ji çalakgerên meşa dirêj bû ku beriya bi çend hefteyan ji bajarê Mannheimê bi rê ketibûn û gelek caran bûbûn hedefa polîsên Elman. Şakar di nameya xwe ya beriya çalakiyê de nivîsandibû, “Ez dixwazim tecrîdkirina Rêber Apo û şideta polîsên dewleta Elman li dijî Kurdan şermezar bikim.” Di nûçeyên çapemeniya Elman de qet behsa nameya Şakar nayê kirin û ew weke ‘sûcdarekî krîmînel’ tê nîşandan.
Derewan ji navendekê belav dikin
Bi taybetî rojnameya “Rheinische Post” ji beriya 3 rojan ve bi weşandina agahiyên derew hewl dide çalakiya Şakar berevajî nîşan bide.
Di nûçeyan de wekî din hat gotin ku polîsan doh li mala Şakar lêgerîn kiriye. Rojnameyan diyar kir ku Şakar di Çileyê bihurî de ji ber ku tevlî xwepêşandaneke bêdestûr a li Dusseldorfê bûye, ketiye ber lêpirsînê.