Bloka Aştiyê ya Kadikoyê bi dirûşmeya "Ez li hemberî şer aşitiyê diparêzim. Naxwazim cenazeyê leşker, polîs, gerîlla û sivîlan bi ser min de werin" li hemberî polîtîkayên şer ên AKP'ê bi daxwaza aşitiyê kampanyaya îmzeyan da destpêkirin. Gelek nivîskar, rewşenbîr, akademîsyen jî piştgiriyê didin kampanyayê. Ji Bloka Aşitiyê ya Kadikoyê Ertan Tok diyar kir ku Serokkomar Erdogan ji bo desthilatdariya xwe dewam bike şer daye destpêkirin û komkujiyan li dijî gelê Kurd pêk tîne.
'Aştî bi têkoşînê ava dibe'
Tok da zanîn ku li hemberî şer ew ê kampanyaya xwe dewam bikin û weha peyivî: "Aştî ne tişteke wisa ye ku bi tena serê xwe pêk were. Aştî, bi têkoşîna hevpar a li hemberî mirinan ava dibe." Ji Bloka Aştiyê Sezer Keleş jî anî ziman ku ew ji bo aşitiyê tevlî kampanyayê bûye û diyar kir ku ewê piştgiriyê bide çalakiyên li hemberî şer.
'Pêdiviya welat bi aştiyê heye'
Ji aktîvîstên aştiyê Tulay Taşyar jî da zanîn ku Bloka Aşitîye ya Kadikoyê ji bo pêdiviya herî lezgîn û girîng, ango ji bo aşitiyê hatiye avakirin û derbarê kampanyayê de wiha axivî: "Armanca kampanyayê ew e ku em 100 hezar îmze kom bikin. Li vî welatî her tişt hate ceribandin tenê aştî nehat ceribandin. Pêdiviya vî welatî bi aşitiyê heye."
DÎHA/STENBOL