Hunermend û rojnamevana li Tirkiyeyê girtî, Zehra Dogan, di nivîsa xwe ya ji ajansa nûçeyan JINNEWSê re, dibêje, huner û desthilatdarî ti caran nikarin bê cem hev û hêza ku zêhniyeta serdest ya mêr tine bike têkoşîna hunerî ye.

Rojnamevan û şêwekar Zehra Dogan ji girtîgeha Tîpa E ya Amedê nameyek şand ji JINNEWSê re.  Zehra Doganê behsa nihêrîna hêzên hegemonîk a li dijî huner û jinê di nameya xwe de dike û dibêje, ji bo hunermendan rêya têkoşînê berxwedan e. 


Huner ji bo em bibêjin na

Zehra Dogan di nameya xwe de îşaret bi hewldanên hegemonyayê dike ku bi polîtîkayên şîdetê dixwaze civakê biçewisîne û wiha dinivîse: “Tenê bi girtin, hilweşandin, talan, şer û komkujiyan sînordar namînin û bi pergala civaka çînî re mejiyan diafirînin û koleyên haya wan ji demê nîne, diafirînin.  Bêguman li dijî vê dirokê, mirovahî dewam dike. Divê di vê pêvajoyê de ku şidet tê de gelekî zêde bûye, em karibin bibêjin ‘na’. Yek ji amûra herî girîng a ‘na’yê huner e.”

 

Yekdestdariya desthilatdariya mêr

Zehra Dogan dibêje, ji berê ve û heta îro jî bi hevkariya xwedayê “Dewletên Rahîp Sumerê” derb li civakê hatiye xistin û huner jî hatiye tepserkirin, ew xistine bin nîrê xwe û wiha dewam dike: “Jean-Jacques Rousseau dibêjem ‘Şaristaniyan huner kuşt’. Rahîbên Sumerê, dawî li dema neolotîk anîn û jin kirin kole, huner jî kirin bin yekdestdariya xwe. Sumeran hilberînên hunerî wêne, peyker, çîrok, zanîna tibê, peysaj, qube, stûn kirin mal û koleyê yekdestdariya xwe. Bi hostetiyekê ev bi pêş xistin, lê li şûna wan tiştek hilneberandin.”

 

Desthilatdarî û huner nekarin bê cem hev

Zehra Dogan, bi bîr dixe ku hilberînên ji aliyê gelek dîroknasan ve wek îcatên ewil tên qebûl dikin, di rastiyê de vedîtinên serdema Neolotîk û heta beriya wê ne û wiha dirêjiyê dide gotinên xwe: “Ev jî nîşan dide ku Rousseau gelekî mafdar e. Sumeran hema hema qet hilneberand, zanînên heyî bi pêş xistin. Mane ev jî tê wê wateyê ku desthilatdarî û huner ti car nekarin bên cem hev.

 

Ji bo huner helwêsta şoreşger

Zehra Dogan têkiliya di navbera şoreşgerî û huner de jî wiha vedibêje: “Hewl tê dayîn ku hunermendan bi sifatên hunermendên dewletê û fonan bi xwe ve girê bidin. Bi vî awayî jî hêmayên li dijî yekitiyê dibin tehlûke jî ji holê radibin yan jî qels dibin. Ji ber ku ew jî dizanin ku ya zêhniyeta serdest ya mêr ji holê radike, têkoşîna hunerî ye. Hunermendê xizmetkarê hegemonyayê ye, nikare azad bifikire. Ji bo vê jî helwêsta şoreşger pêwîst e.”

 

Jinên hunermend hatin sansurkirin

Zehra Dogan mixabina kêmbûna hunermendên jin tîne ziman, û dibêje, “Ji ber dîtbariya wan hat sansurkirin. Jin ev bi salan e ku ji bo hunerê xwe bikin, mexdanekê peyde nakin. Li Kurdistan û Rojhilata Navîn divê hunermend ti carî dest ji hilberandinê bernedin. Huner karê demên zehmet e. Ji bo huner jiyaneke derwêşane hewce ye. Tenê humernd dikarin hegemonan tine bike.” 


NAVENDA NÛÇEYAN