Ji bo Tebaxa li pêşiya me li dijî şirketa sîlehan a ku bi tankên Leopard meşhûr e, Rheinmetallê çalakiyek li Unterluessê tê plankirin. Ev çalakî ji yên kampanyaya Rheinmetall Entwaffnen (Sîlehên Rheinmetallê jê bistînin) guhertiye; vê carê çalakî bi muzîkê wê bê xurtkirin. Dawiya hefteya bihurî ji seranserê Elmanyayê koro û muzîkjen jî hatin cem hev da ku blokekirina fabrîkaya mezintirîn fabrîkaya sîlehan a Elmanyayê amade bikin. Çalakiya blokekirinê wê ji 12 ta 18´ê tebaxê bi slogana ”Bi newa û awaz sîlehên Rheinmetallê jê bistîne” bê birêvebirin. Bi giştî 97 muzîkjen ji bo amadekariya çalakiyê dawiya hefteyê hatin cem hev.  CELLE