Walîtiya Silêmaniyê di 6’ê Hezîranê de diyar kiribû ku ew ê kesên biyanî li herêma Silêmaniyê karibin erd li ser navê xwe tapû bikin. Ji bo vê jî bi tenê destûra asayîşa Silêmaniyê pêwîst dike. Bi armanca nerazîbûna ji vê biryarê, doh saet 11:00’an li ber avahiya Walîtiya Silêmaniyê komek welatî bi dirûşma ‘Komek ji parêzvanên Silêmaniyê’ xwepêşandanek li dar xist.
Di daxuyaniya çapemeniyê ya li ser navê koma xwepêşandêr de ku ji aliyê Rêkewt Îsmaîl ve hat xwendin, hat gotin; “Ev biryara walîtiya Silêmaniyê di demekê de ye ku gelek penaberên Ereb hatine Herêma Kurdistanê. Diyar e ku ev destpêka planeke mezin e ji bo Erebkirina parêzgeha Silêmaniyê. Ev jî bi rêya firotina bi hezaran bîna û xaniyan e.
Kirêyên xaniyan jî zêde dibin
Welatiyan da zanîn ku pêkanîna vê biryarê ziyaneke mezin digihîne xelkê herêmê û ji ber biryarê buhayê erd û milk biha dibe û kirêyên xaniyan jî wê zêde bibe.
Di dewama daxuyaniyê de jî hat gotin; “Li gorî yasayê jî ti mafekî dayîna tapû ji bo Ereban nîne. Ev li dijî destûra ewlehiya neteweyî ye jî. Em ê bi ti şêweyekî destûrê nedin şêniya Ereb li ser ya Parêzgeha Silêmaniyê bê qeydkirin. Ji ber ku di hilbijartinên dema pêş de bi hêsanî wê encumeniya parêzgehê û parlamentoya Herêma Kurdistanê kontrol bikin. Ji bo wê divê êdî destûr neyê dayîn ku Ereb bên herêmê. Pêwîst e destûr neyê dayîn ku penaberên Ereb bi şêweyekî komî li ti tax û gerekan rûnin.”
Biryar wê were kontrolkirin
Ji ber Waliyê Silêmaniyê Aso Ferîdûn ne amade ye û li Bexda ye, serokê Encumeniya parêzgeha Silêmaniyê Dr. Heval Ebûbekir pêşwazî li xwepêşandêran kir û ji wan re got; “Li gorî ew metirsiyên ku we di daxwaznameya xwe de îfade kiriye, em jî wê li gel xwe careke din biryarê di ber çavan re derbas bikin.”
SILÊMANÎ