Li bajarê Qibrisê Lîmasolê, çalakiya greva birçîbûnê ji bo şikandina tecrîda giran a li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dabûn destpêkirin, dewam dike û li bajarê Elmanyayê Hannoverê greva bi heman armancê doh hat bidawîkirin.

Çalakiya greva birçîbûnê ya ku wê 6 rojan dom bike, 2 rojên destpêkê li Lefkoşa piştî hate kirin û şûnde li Lîmasolê dewam dike. Di çarçoveya grevê de dezgehek hate danîn û belavok hatin belavkirin. Bi daxwaza rakirina tecrîdê û b daxwaza çûna serdana Îmralî ya Komîteya Pêşîlêgirtina Êşkence (CPT), îmze hatin belavkirin.

Li Hannoverê jî çalakiya greva birçîbûnê di roja 5´an de doh hat bi dawîkirin. Pêr hevberdevka fraksyona herêma Partiya Çep a Elman (Die Linke) Jessica Kauben çû serdana çalakiyê û peyama partiya xwe ya piştgirî dabû çalakgeran. Çav li rê ye îro li Hannoverê saet 14’an li pêşiya stasyona trenê (HBF) meşeke protestoyî were lidarxistin. Çalakgerên greva birçîbûnê bang li Kurdistanî û dostên wan kir da ku bi xurtî beşdarî meşê bibin. 

 

LÎMASOL/HANNOVER