Ciwanê 15 salî Firat Îzgîn,  piştî li ser baniyê malê çalakî pêk anî, ew rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Mîdyatê. Îzgîn, pişt re rakirin Nexweşxaneya Parka Taybet a Mêrdînê. Lê Îzgîn nivê şevê li gel hemû mudaxaleyan jiyana xwe ji dest da. Cenazeyê Îzgin pişt re anîn Nexweşxaneya Dewletê ya Mêrdînê.

Di dema ku otopsiya cenazeyê Îzgîn dihat kirin endam û rêveberên BDP’ê jî hatin ber deriyê nexweşxaneyê. Hate zanîn ku piştî otopsiyê dê cenazeyê Îzgîn li gundê wî yê Bahwara yê Mîdyatê bê definkirin. Hate diyarkirin ku Îzgîn, ji bo pêkanînên li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan pêk tê şermezar bike bedena xwe da ber agir. Malbatê ji bo definkirina Îzgî ji morga Nexweşxaneya Dewletê ya Mêrdînê wergirtin û birin gundê wî.   Ocalan  der barê bûyerê wiha gotibû: “Çalakiyên xwe şewitandinê tasvîp nakim. Ez gelekî di bandora van çalakiyan de dimînim. Min pir zehmetiyê de dihêlin. Ez li hember van çalakiyan xwe bêçare dibînim. Dubare dibêjim. Ez çalakiyên bi vî rengî yên xwe şewitandinê tasvîp nakim. ”

MÊRDÎN