Bi sedan ciwanên kurd ên ji Holenda, Belçîka, Fransa û bajarên Elmanya hatin, tevlî meşa li Frankfurtê bûn.

Meşê ji pêşiyan gara sereke ya tirênê ya bajêr dest pê kir. Ciwanan dirûşeyên ku daxwaza azadiya Ocalan îfade dikin û berxwedana Bakur silav dikin, gotin.

Ciwanan her wiha alên Tevgeran Ciwanên Azad a Ewrûpa, YPG, YPJ, Yekîtiya Xwendekarên Kurd û wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hildan.

Ciwanên ku meşa xwe li meydana sereke ya bajêr Hauptwache bi dawî kir, di dema meşê de jî bi belavokan xelkê bajêr agahdar kir di biwara sedema meşê de. 

Di nava daxwazên ciwanan de azadkirina Ocalan, qebûlkirina mafê Kurdan a diyarkirina çarenûsa xwe bi awayê xwerêveberiyan hebû tevî şîarên "bijî hevgirtina navneteweyî" û "Bijî Jina azad û Ciwanê Şoreşger". 

Piştî rêzgirtinê li ser navê Tevgera Ciwanên Azad, Tevgera Jinên Ciwanên Azad, Yekîtiya Xwendekarên Kurd a Ewrûpa û hin rêxistinên Elman axaftin hatin kirin. Axaftvanan berxwedana  gelê Bakurê Kurdistanê û YPS’ê silav kir û siyaseta Hikûmeta Erdogan û AKP’ê ya li dijî gelê Kurd şermezar kir. Axaftvanan her wiha bal kişand ser girîngiya rola ciwanên li Ewrûpayê ya di piştgiriya berxwedana gelê Bakur û Rojava de. 


 FRANKFURT