Sekreterê Giştî yê Odeya Tabîban ê Sêrtê Halîs Yerlîkaya jî diyar kir ku li Tirkiyeyê zêdehî 10 salin li ser tîpên F tecrîda giran berdewam dike û bi taybet jî li Îmraliyê tecrîdekî giran berdewam dike. Yerlîkaya, anî ziman ku tecrîd hem di aliyê psîkolojîk û hem jî di aliyê fizîkî de dibe sedema pirsgirêkên cidî yên tendûrîstiyê û wiha got: "Di mijara kongreya me de yek jî tecrîda 14 salin li Îmraliyê berdewam dikin bû. Ji bo tecrîda 14 salin li Îmraliyê berdewam dike lêkolînan bike komîsyonekî tendûristiyê bê avakirin.."
Serokê Odeya Tabîban ê Amedê Dr. Kemal Karadaş jî diyar kir ku ji bo mirovek bi tendurîstî bê nîşandan divê di aliyê beden, rih û civakî de baş be. Karadaş, anî ziman ku heke kes ji van her 3 aliyan kêmas be dê rastî gelek neyîniyan bê û wiha got: "Heke şertên tenduistiya mirovan tunebe dê bibe sedema nexweşiyên psîkolojîk û fizîkî. Heke tecrîd bêpêkanîn û aliyên min diyar kirin neyên cih dê kesî hêdî hêdî ber bi mirinê ve bibe."
DÎHA/AMED