Xwendekarên Zanîngeha Silêmaniyê ji bo balê bikişînin ser tecrîdkirina Rêber Abdullah Ocalan li fakulte, kafeterya û li pêşiya hola zanîngehê wêneyên Ocalan daliqandin.
Li ser wêneyên Ocalan ‘Ji tecrîdê re na, bimre bêdengî’ hatin nivîsandin.
Xwendekaran diyar kir ku tecrîdkirina Rêber APO nayê qebûlkirin û heta tecrîd were şikandin wê çalakiyên xwe bidomînin.
NAVENDA NÛÇEYAN