REŞAT KIZIL / ANF / ROMA
Hiqûqnas, aktîvîstên mafên mirovan û siyasetvanên Îtalyayî deklarasyoneke hevpar weşand û bang li saziyên Yekîtiya Ewrûpayê û CPT kir da ku wezîfeya xwe bikin.
Hîndekarê Zanîngeha Perugia û Profesorfê Hiqûqê yê Destûra Bingehîn Mauro Volpi, Cîgirê Serokê Dadgeha Destûra Bingehîn Paolo Maddelena, Serokê Odeya Dadgeha Bilind Domenico Gallo, parêzerê Ocalan Luigi Saraceni jî di nav de komek ji akademîsyen û rewşenbîran li dijî tecrîdkirina Ocalan deklarasyonek weşand.
Bang li Yekîtiya Ewrûpayê (YE), Konseya Ewrûpayê (KE) û Komîteya Pêşîgirtina li Êşkenceyê ya Konseya Ewropayê (CPT) kirin ku wezîfeya xwe bikin.
Di deklarasyonê de hate gotin, nabe ku mafên Ocalan ên mehkûm, girtî û insanî bên binpêkirin. Hiqûqnas û akademisyenan piştre jî îşaret bi grevên birçîbûnê kir û wiha dewam kir: “Parlamentera HDP’ê ya Colemêrgê Leyla Guven, ji 7’ê Mijdara 2018’an ve di greva birçîbûnê de ye. Ji bo dawî li tecrîdkirina dijwar a Ocalan bê anîn bang dike. Lîderekî gel ê naskirî, ji bo demokrasî û aştiya li Rojhilata Navîn dikare çareseriya bi rêya siyasetê xurt bike.
Penaberê siyasî yê Kurd Erol Aydemîr jî ji 20’ê Adarê ve (li Romayê) di greva birçîbûnê de ye. Heta niha ti hikûmet û saziyên Ewrûpayê, bi xurtî dest li rewşa ku grevên birçîbûnê şermezar dikin, wernedaye.
Em ji hiqûqnas, mirovên ji bo parastina mafên mirovan dixebitin, ji hikûmetên neteweyî, YE û organên KE´yê, bi taybetî ji CPT´yê re dibêjin, ji bo Abdullah Ocalan karibe hevdîtinê bi parêzerên xwe û malbata xwe re bike, ji bo tavilê dawî li tecrîdê bînin, li dijî Komara Tirkiyeyê tavilê û biryardarî bikevin nava liv û tevgerê.”
Bi dehan akademisyen û hiqûqnas
Di nava kesên ku ev deklarasyon weşandî de gelek hiqûqnas û akademisyenên li Îtalyayê navdar jî hene. Mauro Volpi ji Zanîngeha Perugia Profesorê Hiqûqê yê Destûra Bingehîn; Paolo Maddalena Cîgirê Serokê Dadgeha Destûra Bingehîn; Domenico Gallo Serokê Odeya Dadgeha Bilind; Luigi Saraceni Parêzerê Ocalan ê li Îtalyayê, dadgerê berê yê sûlhê û parlamenter; Leonardo Arnau Serokê Baroya Padva; Mario Antonio Angelelli Serokê Giştî yê Progetto Diritti (Projeya Maf); Arturo Salerni Serokê Verità e Giustizia per i Nuovi Desaparecidos (Komîteya Edalet û Rastiyê ya ji bo Desaparecidos a Nû); Roberto Lamacchia, Serokê Hiqûqnasên Demokratîk; Lorenzo Trucco Serokê Komeleya Lêkolînên Hiqûqî li ser Koçberiyê û gelek parêzeran ev deklarasyon mohr kiriye.