Der barê şewata li Îmraliyê de PKK’ê got, “Ji bo şikandina tecrîda li Îmraliyê, ji bo hilweşandina faşîzma AKP-MHP’ê, ji bo demokratîkkirina Tirkiyeyê û azadkirina Kurdistanê, em hêza xwe bikin yek û berxwedana şoreşger-demokratîk li her derê geş bikin!”

Komîteya Rêveber a PKK’ê der barê şewta li Îmraliyê û rewşa heyî de daxuyaniyek da û di daxuyaniyê de bal kişand ser girîngiya pêvajoyê û piştî ku êrişên dijwar ên pergala faşîst-qirker a şerê taybet destnîşan dike, dibêje, “Li dijî vê, divê berxwedana şerê şoreşgerî yê gel ê giştî li her qadê geştir bibe. Şerê DYE û Îranê bandora xwe li ser hemû herêmê û cîhanê dike. Tê dîtin ku şerê Idlibê yê birayên dijmin ên salên dawî yê di navbeyna TC’ê û Rûsyayê de giran dibe û dewleta TC’ê li ber têkçûneke giran e. Ji bo ku pîrozbahiya 8’ê Adarê ya herî watedar a dîrokê were pîrozkirin start hatiye dayîn, gelê me ji bo cejna azadiyê Newrozê pîroz bike dest bi haziriyan kiriye.”

Fikarên me zêde ne

Komîteya Rêveber a PKKê qala daxuyaniya şefê şerê taybet ê Tirk Suleyman Soylu ya 27’ê Sibatê di bernameyeke TV’yê de dike û bi bîr dixe ku Soylu di bernameyê de gotiye ‘’li Imraliyê şewat derket’’ û paşê li ser nerazîbûna Kurdan û dostên wan li hemberî vê daxuyaniya bê ciddiyet, vê carê Walîtiya Bûrsayê bi serê zimên got, ‘’şewat hatiye kontrolkirin’’. Li gel ku 4 roj di ser re derbas bûne jî û van rojan li gel ku li çar parçeyên Kurdistanê û li derveyî welêt gelê Kurd û hêzên şoreşger-demokartîk li kuçeyan protestoyan dikin jî, rayedarên TC’ê ti daxuyaniyeke dî nedane. Rêveberiya AKP’ê bersiv nedaya banga gelê Kurd û dostên wan ku dibêjin, ‘’Bila parêzer biçin girava Imraliyê û agahiyên temam bidin raya giştî’’. Ev jî bûye sedem ku fikar zêdetir bibin.

Şerê taybet li ser kar e

Daxuyanî weha dewam dike: “Heke ne lîstikeke şerê psîkolojîk ê taybet ê besîd be, diyar e ku li girava Imraliyê bûyerên nû hene. Zexta li ser Rêber Abdullah Ocalan ku li Imraliyê rehîn e, û hevrêyên wî yên din zext têne zêdekirin. Faşîzma AKP-MHP’ê ku li bara berxwedana gelê Kurd bêgav maye û li Idlibê têk diçe, dixwaze hêrsa xwe ji Imraliyê derxîne. Naxwe li nîvê zivistanê li giraveke biçûk a di nav deryayê de derketina şewatê û bi rengekî sivik gotina wê ya ji raya giştî re nayê fêhmkirin. Ev rewş nîşan dide ku ewlehiya Rêber Abdullah Ocalan û hevrêyên wî di talokeyê de ye. Ev jî nîşan dide ku têkoşîna me ya li dijî pergala tecrîdê ya Imraliyê çendî watedar e. Di vê çarçoweyê de derketiye holê, heta ku Rêber Abdullah Ocalan nebe xwedî şertên jiyan û xebata azad, problemên tendiristiyê û ewlehiyê wê çareser nebin.

Hesab wê were pirsîn

Komîte îşaret bi statuya taybet a sîstema Îmraliyê dike; tevî dewleta Tirk balê dikişîne ser berpirsiyariya Emerîka, welatên Ewrûpayê, nexasim jî Konseya Ewrûpayê û dezgeya wê CPTyê û dibêje, “Em Tevgera Azadiyê ya Kurdistanê, gelê Kurd û hêzên şoreşger û demokratîk careke dî li vir radigihînin, ji hemû rûdanên li Imraliyê qewimîne û wê biqewimin dewleta TC’ê, desthilata AKP-MHP’ê û pergala bi pêşengiya DYE’ê berpirs dibînin. Divê were zanîn hesabê her neqenciyê, weke heta niha bûyî, ji niha û pê ve jî zêdetir were pirsîn. Destên ku dirêjî Rêber Apo û girtiyên şoreşger bûne teqez wê werin şikandin.”

Heta hevdîtin bibe têkoşîn

Komîte di dawiyê de jî weha dibêje, “Beriya her tiştî em bi milyonan mirovên ji bo xwedîderketina li Rêber Apo daketine qadan silav dikin. Ji niha ve em 8’ê Adarê li jinên ku têkoşîna azadî û wekheviyê dimeşînin pîroz dikin. Cejna Azadiyê ya Newrozê li gelê xwe û gelên Rojhilata Navîn pîroz dikin. Em hêvîdar in ku 8’ê Adarê û Newroz ji her demê bêhtir bibe pêvajoya xwedîderketina li Rêber Apo û yekbûna bi Rêbertî re. Em di wê baweriyê de ne ku gelê me, jin û ciwan, hêzên şoreşger û demokratîk ên li çar parçeyên Kurdistanê û derveyî welat, heta ku malbat û parêzer neçin Îmraliyê û bi Rêber Abdullah Ocalan re hevdîtinê nekin wê ji qadan neçin. Em bang li gelê xwe û hêzên demokratîk û şoreşger dikin ku li dijî tecrîd û faşîzmê, heta afirandina şert û mercên kar û jiyaneke azad a Rêber Abdullah Ocalan bi rengekî bênavber têbikoşin!”

ANF/BEHDÎNAN