Partiyên kurdî yên Rojava da zanîn ku dagirkeriya Tirkiyeyê tenê xizmeta çeteyan dike û bang li Desteya Ewlekariyê, hemû rêxistin û desteyên navneteweyî kir ku bi erka xwe rabin, ji bo ku êşa Efrînê careke din dubare nebe.

Partiya Guhertina Demokratîk a Kurdistanê, Meclisa Giştî ya Tevgera Nûjen a Kurdistanê, Partiya Çepgir a Kurd li Sûriyê, El-Partî Demokratî Kurdistanî-Sûriye, Partiya Yekitiya El-Şexîle Kurdistanî û Partiya Kesk a Kurdistanê der barê gefên serokkomarê Tirkiyeyê Erdogan ên êrîşkirina Bakurê Sûriyê de daxuyanî da û bang li Koalîsyona Navdewletî bi serkêşiya Emerîkayê kir ku li pêşiya serokkomarê Tirkiyeyê bisekinin ku hewl dide komkujiyan pêk bîne.

Partiya Guhartina Demokratîk a Kurdistanê got: “Em gefên serokkomarê Tirkiyeyê şermezar dikin, bang li Desteya Ewlekariyê, hemû rêxistinan û desteyên navneteweyî dikin ku bi erka xwe rabin û dijminatiya Tirkiyeyê li ser welatiyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bidin sekinandin.”

Şerê dagirkeran qebûl nekin

Di daxuyaniya Meclisa Giştî ya Tevgera Nûjen a Kurdistanê de hate gotin: “Divê Koalîsyona Navneteweyî û bi taybet Emerîka nêrîna xwe bi awayekî vekirî bibêje û li pişt hevalbendên xwe di tinekirina terorê bi QSD û YPG`ê re bisekine ji bo ku êşa Efrînê li herêmeke din dubare nebe. Mirin ji faşîstma Erdogan û çeteyên wî re.”

Buroya Siyasî ya Partiya Çepgir a Kurd li Sûriyê jî got, “Her kes dizane ku QSD`ê bi alîkariya koalîsyonê li cihên dawîn ên DAIŞ`ê li rojhilatê çemê Firatê, Hecînê şer dike. Em wek Partiya Çepgir a Kurd li Sûriyê teqez dikin ku gefên Erdogan tenê ji bo xizmeta çeteyên terorîst li Sûriyê dike.”

El-Partî Demokratî Kurdistanî-Sûriye jî got, “Em bang li hemû partiyan û hêzên Kurdistanî dikin ku bibin yek û li pêşiya şerê qirêj bisekinin. Em bang li hêzên aştîxwaz û demokrat li herêmê û cihanê dikin ku van kiryaran şermezar bikin û şerê dagirkeran li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê qebûl nekin.”

Bi seferberiyê tevbigerin

Partiya Yekitiya Kedkarên Kurdistanê bi daxuyaniya xwe got, “Em bang li gelê xwe dikin ku banga Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji bo seferberiyê pêk bînin. Em ê heta dawiyê destekê bide şervanên YPJ/YPG û QSD`ê.”

Partiya Kesk a Kuridstanê jî di daxuyaniya xwe de got, “Em bang dikin li hêzên Koalîsyona Navdewletî yên li dijî terorê, der barê gefên Tirkiyeyê de helwestên xwe diyar bikin. Qedexekirina firîna hewayî li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ferz bikin da ku aramî û ewlehiya gelê berxwedêr ê ku li dijî terorê şer dike, peyda bikin.”

 

ANHA / QAMIŞLO