‘Dive Hikûmeta herêmê bêdeng nemîne’
Jina bi navê Sozik Çuman ji diyar kir ku ew wekî jineke kurd êrîşên li dijî Herêma Federal a Kurdistanê pêktên şermezar dike û wiha got: “Her roj dewleta turki bi balafiran êrişan li herêma federal a kurdistanê dike. Em ji ber van êrîşan nikarin jiyanekî asayî derbas bidin. Ez bang li her çar perçeyên kurdisatanê dikim ku li hemberî êrîşan bêdeng nemînin. Dewlet tirk dizane li herêma Qendîlê kesên sivîl dijîn. Bi bombeyan zarokên me qetil dikin û malên me xira dikin. Bila dewlet tirk û hemû kesên din baş bizane ku me gundên xwe bernadin.”
Welatiyê bi navê Mihemet Emin ji got: “Ev bi sedan salin ku hemû dijminê gelê kurd bi her awayî gelê kurd tune dikin, bi hezaran cureyên çekan û balafiran êrîşan pêktînin.” Welatiyê bi navê Mihemet Mistafa ji got: “Em bang li dewleta tirk dikin ku dest bi êrîşan bikin.”
DÎHA/QENDÎL