Jinên endamên Tevgera Jinên Azad û Demokratîk DOKH û KESK'ê tevlî meşê bûn û li ber avahiya KCD'ê kom bûn û heta ber avahiya AZC PLAZA'ê meşek meşaleyî li dar xistin. Li aliyê din koperatîka jinên Egîtîm senê û gelek jinên din jî li ber avahiya Egîtîm Senê kom bûn û bi meşeleyan heta ber avahiya AZC PLAZA’ê meşiyan. Her du komên ku piştî meşê gehîştin hev daxuyanî dan çapemeniyê. Sekretera şaxa TUMBEL-SEN'a Amedê û berdevka jinan Gulîzar Guven daxuyanî xwend. Guven bilev kir ku berxwedana Arîn Mîrkan û şervanên YPJ'ê li Kobanê vînek mezin derxistiye holê û hêz daye hemû jinên Kurdistanê û cîhanê.

DIHA/AMED