Di çarçoveya kampanya duyemîn a protostkirina xendekên ku Hikûmeta PDK'ê dokole ya ji aliyê Însiyatîfa Gel a Rojavayê Kurdistanê tê birêvebirin, îro li bajarê Qamişlo bi sedan welatiyên Kurd, Ereb û Suryanî yên Tirbespiyê, Amûdê û Qamişlo li pêşiya Mizgefta Qasimo kom bûn û ber bi Qada Şehîd Xebat ve meşiyan.

Di meşê de nûnerên Meclîsa Rêveber a herêma Cizîrê, serokên desteyan, Meclîsa Zagonsaz Ciwanên Partiya Yekîtiya Suryanî, endamên Tevgera Ciwanên Şoreşger, nûnerên Tevger Çand û Hunera Demokratîk, Partiyên di nava Rêveberiya Xweser, TEV-DEM, Yekîtiya Jinan  a Suryanî, Yekîtiya Star, Dayikên Aştiyê û meclîsên taxên bajarê Qamişlo amade bûn.
Meşvanan alên alên TCŞ, TEV-DEM, YPG, Yekîtiya Star û alên hemû partiyên di nava Rêveberiya Xweser de cihê xwe digrin hildan. Her wiha pankatên ku li ser nivînsên wekî "Kolandina xendekan parçekirine", "Parçekirina Kurdistanê xiyaneta bi xwîna şehîdan û armancên wan re ye", "Xiyanetê neke û Lozanê dûbre neke" hatibûn nivîsandin, rakirin.
Meşvanên ji hemû partî, rêxistin û pêkhateyan ji pêşiya Mizgefta Qasimo ve dest bi meşê kirin û ber bi Qada Şehîd Xebat bi rê ketin da ku tevlî Mitînga şermezarkirina kolandina xendekan ku tê organîzekirin, bibin.
Tê payîn ku di mitîngê de wê li ser navên desteyên herêmê, TEV-DEM û Yekîtiya Star axaftin bêne kirin.

QAMIŞLO