Kurdên rojhilatê Kurdistanê ji ber çapkirina pirtûka bi navê “Pêşengê Mezin Îmam Xumeynî” ya ji aliyê Ragihandina Navendî ya Yekîtî Niştimanî  Kurdistanê (YNK) ve  berî çend rojan hat belavkirin nerazîbûn û gumanên xwe anîn ziman. Rewşenbîr daxwaz dikin ku, ew pirtûk bi lez ji bazarê bê komkirin û ji Navenda Ragihandinê ya (YNK)’ê dixwazin ku, lêborînê ji gelê Kurd û têkoşerên rojhilatê Kurdistanê bixwaze.

Aktîvîstên siyasî, nivîskar, rewşenbîr û komeleyên rojhilatê Kurdistanê ku kampanya dane destpêkirin ji ber çapkirina pirtûkê nameyek ji Hikûmeta Herêma Başûrê Kurdistanê û rêveberiya YNK’ê re şandin.

Xizmeta gelê Kurd nake

Di nameyê de wiha tê gotin: “Rêzgirtin ji kujerekî wek Xumeynî re û bi taybetî danîna nasnavê “Pêşengê  Mezin” ji bo Xumeynî li hember xwîna şehîdan û xebata 34 salan a gelê Kurd li wê beşa Kurdistanê bêrêzî ye. Lewma em dixwazin berpirsên Başûrê Kurdistanê di vê der barê de lêkolînê bikin û bersiva xelkê Rojhilatê Kurdistan ê zilm lê hatiye kirin bidin. Danîna navê xwînmijekî gelê Kurd wek Pêşengê Mezin qet xizmetê ji bo gelê Kurd nake; zêdetir dibe sedema dijberbûna gelê Kurd. Ji ber vê em komek rewşenbîr û nivîskar daxwaz ji we dikin ku hûn bi lez van Pirtûkan ji pirtûkxaneyan kom bikin û ji gelê Kurd lêborînê bixwazîn.”

Ji gelê Kurd lêborînê bixwazin

Koma rewşenbîran nameya xwe bi wan 3 xalan bi dawî kiriye:

- Komkirina Pirtûkê li bazarê û pirtûkfiroşan.
- Ji Rêveberiya Navenda Ragihandinê ya YNK’ê  daxwaz dikin ku, der barê çapkirin û belavkirina vê pirtûkê de ya bûye sedema birîndarkirina Kurdên rojhilatê Kurdistanê û têkoşîna gelê Kurd lêpirsînê bide destpêkirin û Rêveberiya YNK’ê ji gelê Rojhilatê Kurdistanê êborînê bixwaze.
- Her wek em pê agahdar in beriya çapkirin û belavkirina vê pirtûkê jî, çend caran li Hola Pêşewa li bajarê Hewlêr ji bo Xumeynî bîranîn hatine çêkirin. Ji ber vê jî em daxwaz dikin ku hûn dest ji vê helwesta xwe berdin û xwedî li dijminê gelê Kurd dernekevin. Ji ber ku ev li hember gelê Rojhilatê Kurdistanê bêrêzî ye.

Îmzevanên nameyê

Rewşenbîr û nivîskarên name îmzekirine ev in: Pêşeva Elî Pûr (aktîvîstê siyasî), Tahir Mahabadî (aktîvîstê siyasî), Şêrko Cîhanî (aktîvîstê siyasî), Suleyman Bayzîdî (aktîvîstê siyasî û nivîskar), Cemal Necarî (aktîvîstê siyasî), Tahir Melanî (Rojnamevan), Reman Dartaş (aktîvîstê siyasî), Şermîz Cîhanî (aktîvîstê medenî), Kemal Derwêş (aktîvîstê siyasî), Xale Qazî (helbesvan), Şaxewan Ebdî Pûr  (aktîvîstê siyasî), Şoreş Bêrozî (aktîvîstê siyasî), Sabir Kake Hesen (aktîvîstê siyasî), Sepan Kurdî (aktîvîstê siyasî), Şêrzad Îbrahîmî (aktîvîstê siyasî), Serkewt Star (aktîvîstê siyasî), Salih Hêdî (helbestvan), Gulale Kemalger (rexnegir û aktîvîstê siyasî), Emer Kemalger (aktîvîstê siyasî), Hemiz Akuş (rojnamevan), Soran Rezanî (aktîvîstê siyasî), Alîn Yahqî (aktîvîstê siyasî)

SILÊMANÎ