
LUQMAN GULDIVÊ/NAVEDNA NÛÇEYAN
Meleyê Mizgefta Selehedînê Eyubî ya li bajarê Saint Avoldê ê li Franseyê, Mele Qasim (Ulusoy), li ser mane û grîngiya meha Remezanê û rojiyê peyivî. Seydayê ku li medreseyên ji çanda Kurdî xwendiye, di heman demê de endamê Şûra Civaka Îslamî ya KUrd e û ji bilî melatiya Mizgefta Saint Avoldê, li deverên Metz, Strasbourg û heta deverên cîran ên li Elmanyayê kar û xizmetên dînî dide civata Misilman a Kurd. Seyda yê ku ev 9 sal in ji Kurdistanê veqetiyaye, dibêje şagirtên wan ên dînî jî hene û ew ders û dewrên xwe bi Kurdî didin şagirtên xwe.
Mele Qasim piştî ferzbûn û feyzên rojiya meha Remezanê bi bîr xist, got, “Ango dema em rojî digirin, Xwedê fermanî me kiriye, em divê li aliyê Mezlûman bin, li cem zilmê cih negirin”.
Mele Qasim Ayetên 183 û 184 ên Qurana Kerîm di sureya Beqera de bi bîr xistin û got, “Xweda wiha fermanê dide, ´ey gelê bawermend! Rojîgirtina meha Remezanê min li ser we ferz kiriye, çawa ku me li umetên beriya we jî ferz kiribû.´ Rojîn wê jî kifş in, di ayeta 185´an de dibêje, ´Meha Remezanê meheke wisa ye ku tê de Qurana Pîroz hatiye hinartin“.
Hikmetên meha Remezanê
Mele Qasim piştî van ayetan, îşaret bi hikmetên meha Remzanê dike û dibêje, bi maneya xwe ya luxetî, Remezan avêtina barekî ji ser xwe ye û hikmetên Remezanê wiha dike rêz:
“Dema ku meha Remzanê em rojî bigirin, ew barê giran ê li ser bedena xwe, ew ê ji tenduristiya me, siheta me re jî nebaş, em diavêjin. Bedena me sivik dibe. Vê heyvê wekî din em xwe bavêjin Xwedê, bibêjin, em jî evd in, em xetayan dikin, û em xwe bidin efûkirinê. Hikmeta yekê ew e, Misilman dema rojî digirin, hingê rewşa hemûyan weke hev e, dibin mîna leşkerekî nîzamî. Hikmeta duyê ew e, dema Misilmanên dewlemend rojî digirin bi halê feqîr û xizanan dihisin, li wan tên rehmê. Hikmeta sisiyê ew e ku kesê bi rojî, devê xwe, destê xwe, bedena xwe, hemû endamên laşê xwe ji nebaşiyan diparêze. Bi vî awayî nefs terbiye û pak dibe. Ango dema mirovî rojî girt, divê bi devê xwe, bedena xwe û tevahî li pey tiştên nebaş neçe, heqaret, neheqî û zilmê neke. Ya çarê, meha Remezanê weke danûstandineke mezin e ji bo Mislmanan, lewma hem bi rojiyê û hem jî bi îhyakirina şeva Leyletulqedrê. Lewra wê şevê ayeta pêşî ku ew jî ferman xwendinê ye, hatiye. Vê mehê û vê şevê mirov li xeta û gunehên xwe mikur were, dikare gazî Xweda bike, da ku xwe sererast bike, û bibêje êdî ez ê gunehan nekim. Hikmeta pêna jî ew e ku sewab û mikafata zekat, sedeqa, fitre û xêrên mirov meha Remezanê bike, li ba Xwedê qat bi qat zêde ye, Xwedazê Teala di mertebeya herî bilind de van xêran dide nivîsandinê. Hikmeta şeşê ew e ku rojiya Remezanê mirovan fêrî sebr û tebatê dike û pê re jî bi lawaziya mirovî dihise. Hikmeta heftê ew e ku mirivê bi rojî di Remezanê de tera xwarin, vexwarin û şehwetê dike, dibe mîna melaîketan, lewma ew jî dûrî şehwetê ne. Hikmeta Heştan jî ew e ku rojî mirovan hinî hemd û şikrî nihmet û danên Xwedê dike. Rojî mirovan zindî dike, Misilmanên yanzdeh mehan hay ji tiştekî nînin, şiyar dike.”
Destê xwe bidin gelê xwe û birayê xwe
Mele Qasim bi îhtîmam îşaret bi girîngiya dad û edaletê dike û dibêje, ew timî di dawiya xutbeyên xwe de dibêjin, “Xweda emrî me kir, hûnê bi edalet û baş bin, belê hûnê alîkariya feqîrên xwe bikin. Hûn ê destê xwe bidin gelê xwe, feqîr û fuqerayên xwe, destê xwe bidin birayê xwe. Ev jî fermana Xwedayê Teala ye ji me re.”
Mele Qasim îşaret bi pêkanîna biratiya di navbera xelkê, cîranan û dewlemend û feqîrên civakê de kir û got, “Meha Remezanê, mirovên dewlemend û feqîr dest bidin hev, dest bidin feqîr û birayên xwe; bi zekata xwe, sedeqeya xwe, bi fitra xwe, bi anîna wan a ser sifra xwe, yan jî tişta tu li mala xwe dixwî, li mala birayê xwe jî bide peydekirin ku ew jî rehet fitara xwe bike. Pêxemberê me (s.a.w) dibêje, Misilmanê ku li mala wî xwarin û vexwarin hebe, bizane birayê wî, cîranê wî di xizaniyê de ye, feqîr e, û li wî xwedî derneyê. Wê xwarin û vexwarinê negihîne mala wî jî, ew bi rastî bawermend nîne.”
Xwedî li xelkê berxwedêr dekevin
Li ser Misilmanên li Kurdistanê û Kurdistaniyên li Ewrûpayê jî, Seyda îşaret bi girîngiya bi xêran xwedî derketina li mezlûman kir û got, “Bajarên Kurdistanê hemû, her weha bajarên mîna Cizîr, Nisêbîn, Gever, Sûr, Gimgim ên hatî rûxandin jî, berxwedaneke ji bo mafê Xweda dayî hat birîvebirin. Di vê berxwedanê de gelek malbat bi dê, bav, zarok, tevahiya can û laşê xwe feda kirin ji bo vê doza heq û gelê xwe. Gelek malbat li derve mane. Dema ku em li emrê xwedê û hedîsên pêxember binihêrin, dema ku em îro destê xwe negihînin van birayên xwe, em bibêjin, ez ê tenê rojiya xwe bigirim û di halê xwe de bisekinim nabe. Xweda Teala tenê ji bo vê rojî nedaye ferzkirinê. Ji hikmetên me behsa wan kir, xwedîderketina birayê xwe, feqîr û belangazê xwe heye, mirov alîkariyia wan bike.”
Em li hizûra Xwedê mesûl in
Mele Qasim nexasim îşaret bi xwedî derketina li malbatên malê wan hatî rûxandin kir û got, “Nexasim jî ev kampanyaya malbatên xwîşk û bira, malbatên alîkar, vê meha Remezanê dîsa xwedî li malbatên hewce derkevin. Pêwîst e em li wan xwedî derkevin. Ev ji bo me bawermendan emrê Xweda ye. Heger em li wan xwedî dernekevin, em li hizûra Xwedê mesûl in.Heger em dixwazin bibin Misilmanên rast, divê em alîkariya van xizan û feqîrên xwe, belangazên xwe bikin bi zekatên xwe, bi sedeqeyên xwe, bi alîkariyên xwe. Heta divê em nanê xwe bi wan re parve bikin. Lewma wan her tişta xwe ji bo vê doza heq feda kir. Em divê destê xwe biavêjin vê birîna birayên xwe. Pêxember (s.a.w) dibêje, tişta ku mirov dixwe û vedixwe ya mirov nîne, tişta ku mirovî parve kir bi biryayê xwe re, ew ya mirov e.”
Mele Qasim îşaret bi dana fitran jî kir, got, “Fitre roja me ya îro, heq û mafê wan mlabatên mezlûm e li Kurdistanê. Hin mirovên me, radihêjin fitra xwe dişînin ji ximên xwe re, çi ap, met û bira be êdî. Ji ber ku halê wan xweş e, ew fitra dişînin dibe xerciyek ji wan re ji bo Remezanê. Îro ew mirovên li der in li Sûr, Cizîr, Nisêbîn û deverên din, fitre heqê wan e. Em ji wan re neşînin û ji hinên din re bişînin nabe. Xwedayê Teala bi halê me dizane û em jî bi halê xwe dizanin. Lazim e fitrê xwe, jî zekatên xwe jî, sedeqeyên xwe jî bê dudilî, ji wan re bişînin; ev heqê wan e, mafê wan e. Em li ayetên xwedê jî binihêrin li hedîsên pêxember jî, di rêza yekem de ev heqê wan e.”
Kesê rojî girtî divê li dijî zilmê be
Seydayê mizgefat Selehedînê Eyûbî li Saint Avoldê, herî dawî behsa zalim û mezlûman kir û got, “Ez behsa hedîseke Pêxember (s.a.w) bikim; Pêxember dibêje, roja qiyametê wê ji umeta min îflasçî bên hemberî min. Eshabî dibêjin, ew kî ne ya resûlulah? Dibêje, wan nimêj kiriye, zekata xwe daye, lê li aliyê din heqaret û zilm li mirovan kirine, îftîra avêtine wan. Mafê wan binpê kirine. Wê roja mehkemekirinê, ew kesên mafê wan hatine binpêkirin, mafê xwe ji vanê din distînin. Hingê, ne rojî, ne nimêj, ne zekat, Hec têrê dike. Kêm dimîne, ew ê ku heqê wî hatiye xwarin, êdî gunehê xwe dide vanê din. Ango dema em rojî digirin, Xwedê fermanî me kiriye, em divê li aliyê Mezlûman bin, li cem zilmê cih negirin. Xwedê teala reng û dînê mezlûm û zaliman ji hev cihê nekiriye. Ew ê ku mafê wî hatiye binpêkirin mezlûm e, yê ku teda û heqaret kiriye jî zalim e. Ji bo wê, Xwedayê Teala fermanî me kiriye, em timî li hemberî zalim serî rakin, bêdeng nemînin, em li cem ê mezlûm cihê xwe bigirin heta ku ew birayê me jî bigihîje heqê xwe.”