Piştî dewleta Denmarkê di demên dawî de zextên xwe yên li ser Kurdan û saziyên Kurdan zêde kir, li Navenda Çandê ya Kapenhagê pêr civînek hate lidarxistin. Girseyeke qelabalix beşdarî civinê bû û polîtîkayên welatên Ewrûpayê yê li hemberî gelê Kurd dimeşînin bi berfirehî hate nirxandin. Beşdarên civinê destnîşan kirin ku Denmark û welatên Ewrûpayê li gorî berjewendiyên xwe yên siyasî tevdigerin û ji ber vê yekê zextên xwe yên li ser Kurdan tund dikin. Di civînê de hate ziman ku 7 Kurdên ku berî demekê li Denmarkê hatine girtin jî di çarçoveya van polîtikayan xistine girtîgehê. Her weha hat destnîşankirin ku di zextên Denmarkê yên li ser Kurdan de tiliya Tirkiye û NATO yê heye û hat xwestin ku 7 Kurdên ku 27 roj in girtî ne û wê di 16´ê Cotmehê de bên darizandin, serbest bên berdan.
Di civînê de her weha zextên li ser weşanên Kurdî jî hatin nirxandin. Di axaftinan de hat diyarkirin ku biryara Denmarkê ya girtina qenalên Kurdî Nûçe TV û MMC´yê jî siyasî, bê hiqûqî ye. Hat xwestin ku Denmarkê nebe navgînên van polîtîkayan û li gorî pîvanên demokrasiyê tevbigere.
Di civînê de li hemberî zextên Denmarkê helwesta Kurdan jî hate nirxandin û hat diyarkirin ku divê Kurd yekitiya xwe xurt bikin.
KOPENHAG