
Di nameyê de hat destnîşankirin ku heman polîtîka ji aliyê hikumeta AKP’ê ve jî tê meşandin û tevî şaredarên Kurd, rojnameger, parêzer û siyasetmedarên kurd nêzî hezar kes bi sedemên siyasî û tewanbariyên bê bingeh hatine girtin. Hat gotin ku desthilatdariya AKP’ê li aliyekî bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re hevdîtinên aştiyê dike, li aliyê din jî polîtîkayên xwe ên girtinê didomîne, ji bo dengê gelê Kurd bibire rojnamegeran digire, weke berdewama van polîtîkayan, li Ewrûpa jî dixwaze televîzyonên kurdan Nûçe Tv, MMC û Nûçe TV ku herî zêde tên temaşe kirin bigire.
Êrîşek li dijî azadiya ramanê ye
Di nameyê de hate gotin ku, di belgeyên ku berî niha Wîkîleaksê aşkera kirîn de bi zelalî derdikeve holê ku Serokwezîrê berê yê Danîmarkayê Anders Fogh Rasmussen ji bo bibe serokê NATO’yê soz dide Tirkiyeyê ku Roj TV bigire û wiha tê got; “Polîtîkayên bi vî rengî di welatên demokratîk de nabin. Biryara ku li dijî Roj Tv û çapemeniya Kurd hatiye girtin, ne tenê neheqiyeke li hemberî gelê Kurd, di heman demê de êrîşeke li hemberî azadiya fikir û çapemeniyeyê jî.”
Her wiha hate destnîşan kirin ku, pêwîst e partiyê siyasî, dezgehên çapemeniyê, rêxistinên rojnamegeran û parlementer li dijî hîlebaziya di navbera Danîmarka û Tirkiyeyê de derbikevin û hate xwestin ku mafê kurdan yê bi zimanê xwe guhdarkirin û temaşekirina nûçe û stranan biparêzin.
STOCKHOLM
KESK: Bîryar siyasî ye
Platforma Şaxên KESK´ê ya Amedê, betalkirina lîsansa televîzyonên kurd Roj TV, Nûçe Tv û MMC şermezar kir.
Platforma Şaxên KESK´ê ya Amedê, li hemberî biryara Dadgeha Danîmarka ya ji bo betalkirina televîzyonên kurd Roj Tv, Nûçe Tv ve MMC civîneke çapameniyê lidarxist. Civîn li Sendîkaya Kedkarên Buroyê ya Amedê pêk hat- Li ser navê platformê Berdevkê Demî yê Platforma Şaxên KESK´ê yê Amedê Mehmet Karaaslan axivî bal kişand zextên dewleta Tirk yê li ser gelê kurd û nasnameye gelê kurd hatiye meşandin. Karaaslan li dijî biryarê nerazîbûn nîşan da û got: "Li welatekî Ewrûpa ya Danîmarkayê ku qaşo xwe weke navenda demokrasiyê bi nav dikin, li hemberî zextên dewleta Tirk yê li hemberî gelê Kurd dimeşîne sitûye xwe ditewînin, dibin navgînê polîkaya wê dixwazin dengê çapameniya kurd bibirin."
Karaaslan anî ziman ku di pêvajoya çareseriya demokratîk de girtina biryareke bi vî rengî tesadûf û ji rêze nîne û got: "Em vê yekê weke çalakiyeke li hemberî pêvajoyê dibînin. Bê guman ev helwest di bin bandora polîtîkaya Tirkiye ya li dijî kurdan de hatiye girtin. Em dixwazin Hikûmeta Danîmarkayê, saziyên Yekîtiya Ewrûpayê û saziyên navnetewî bi hewldanên xwe yên bi niyetên baş ji bo pêvajoya aştiyê pêş bikeve bibin alîkar. Em bang li gelê kurd jî dikin ku di şexsê televîzyonên Roj Tv, Nûçe TV û MMC´î de xwedî li çapameniya azad derbikevin.
Piştî axaftinan civîn bi dawî bû.
DÎHA/AMED