Kaya ku ji Melezgîrt a Mûşê ye 27 salî ye. Kaya ji ber zilm û zexta dewletê dema hîn 5 salî ye bi 6 xwîşk û birayên xwe re ji neçarî koçî stenbolê dikin. Di metropolekî wek Stenbolê de ku polîtîkayên asîmîlasyonê bi awayekî pir zêde tên meşandin 22 salan jiya û tu carî tawîz ji nasname û çanda xwe berneda. Bi gotina wî "di rêya bapîrê xwe de" çû. Bapîrê Kaya di Serhildana Agirî ya salên 1926-1930'an de ku cih girt, piştî serhildanê ji neçarî derbasî Rojava dibe ku weke "Fesîhê Mûşî" tê naskirin û di berxwedana "Fesîhê Mihê Mîrze" de jî cihê xwe digire. Kaya jî berî niha bi 10 mehan dide pey şopa bapîrê xwe û derbasî Rojava dibe. Piştî hin xebatên li Sûriyeyê berî niha bi 6 mehan ku tevlî YPG'ê bû li bajarên cuda yên Rojava wek endamekî YPG'ê xebat meşand.

Birayê Kaya, Îrfan Kaya ku çîroka jiyana Kaya vegot ev xal nîşan dan: "Bapîrê me ji bo me hemûyan qehremanek bû. Jixwe malbat, xizm û her kesê bapîrê min nas dike di şopa wî de dimeşin. Bapîrê min ku demekê li Rojava ma ji aliyê gelek derdoran ve tê naskirin û hez kirin. Çagdaş jî got 'Ez ê biçim cihê gelê xwe, cihê ku bapîrê min lê têkoşîn dida. Eger bimirim jî ez ê li wir bimirim.'"

Berpirsiyariya wîjdanî
Kaya got ku dema birayê wî hewl daye hevalê xwe yê birîndar rizgar bike jiyana xwe ji dest daye û wiha dirêjî axaftina xwe: "Di şer de piştî ji komên çete yê El Nusra 15 kesan dikujin hevalê wî birîndar dibe, dema hewl dide hevalê xwe rizgar bike ew jî birîndar dibe, hevalekî wan ê din jî dema dixwaze wan rizgar bike şehîd dikeve. Birayê min bi vî awayî bi 2 hevalên xwe re şehîd dikeve." Kaya di berdewama axaftina xwe de got ku beriya birayê wî jiyana xwe ji dest bide bi rojekê bi rêya telefonê pêre axiviye û got birayê wî jêre wiha gotiye, "Li vir fetwa dane, dibejin 'Kî Kurdekî bikuje û dest biavêje jinên wan cihê wan bihuşt e.' Ez ev qasî ne bê wijdan im ku li hemberî vê zilmê bêdeng bimînim û tiştekî nekim."

'Ciwan li derdora wî kom dibûn'

Kaya da xuyakirin ku di sala 1992'yan de ji gundê Nazê yê girêdayî Melezgirt a Mûşê ji ber zexta dewletê koçî Stenbolê kirine û wê demê birayê wî 5 salî bû. Kaya di dewama axaftina xwe de got ku birayê wî li Stenbolê mezin bûye û jiyana wan herî zede li navçeyên Stenbolê yên wek Avcilar, Kuçukçekmece û Bahçelîevler derbas bûye û têkildarî birayê xwe ev xusûs jî anî ziman: "Mirovekî xwîngerm bû, timî dikeniya. Bi vê taybetmeniya xwe ji aliyê her kesî ve dihat hezkirin. Mirovekî jîr û pratîk bû. Li cihên em lê dijiyan ciwanên Kurd li derdora xwe kom dikir. Destûr nedida ciwan vala vala li kolanan bigerin. Dema wefata wî jî ciwanan cenazeyê wî tenê ne hiştin. Hemû hatin Melezgîrtê û beşdarî merasîma cenaze bûn." 

DÎHA/STENBOL