Şeyhdavût Başkan li hepsa Bunyanê ya Kayseriyê nayê dermankirin û ev 88 roj in di greva birçîbûnê de ye. Ew li dijî tecrîdkirina Rêberê Gel Abdullah Ocalan ketibû greva birçîbûnê. Di 26’ê Gulanê de bi hinceta dê wî bibin muayeneyê, ew sewqî hepsa Hejmar 1 a Bunyanê kirin. Başkan bi rêya malbatê diyar kiribû ku heger wî dîsa neşînin hepsa berê (hepsa Hejmar 2 a Bunyanê) ew ê dest bi greva birçîbûnê bike. Li ser vê yekê bav Şeyhmus Başkan miracaetî ÎHD’ya Amedê kiribû. Ji ber ku daxwazên Başkan pêk nehatin di 9’ê Tîrmehê de dest bi greva birçîbûnê kir. Başkan ji bo dîsa sewqî girtîgeha berê bikin, ew 88 roj in di greva birçîbûnê de ye.
Bavê wî Şêyhmus Başkan têkildarî çalakiya kurê xwe got, heke daxwaza kurê wî neyê cih, ew ê dest bi rojiya mirinê bike.
ANF / AMED