Li ser banga seferberiya YPG'ê ya ji bo parastina herêma Kobanê, 40 Şêx û rûsipiyên bajarê Dirêbêsiyê tevlî refên YPG'ê bûn û berê xwe dan qadên şer ên herêma Serêkaniyê.

Bi durişmeya "Kobanê ne bi tenê ye" bi sedan welatiyên Kurd û Ereb ên bajarê Dirbêsiyê û gundên derdorê li bazara bajêr kom bûn. Welatiyan çekên xwe jî bi xwe re anîn û durişmeyên dilsoziya bi gelê Kobanê re gotin. Welatiyan li dijî komên çete yên DAIŞ'ê amadebûna xwe ya ji bo parastina herêma Kobanê anîn ziman.
Di kombûnê gel de Fermandarê YPG'ê yê bajarê Dirbêsiyê Reşîd Umer helwesta welatiyên Kurd û Ereb a ji bo piştgiriya Kobanê slav kir û da zanîn ku parastina herêma Kobanê erka hemû welatiyên Rojava ye. Umer di axaftina xwe de girîngiya tekoşîna ji bo rizgarkirina hemû deverên Rojavayê Kurdistanê diyar kir.Piştre Helbestvanê Kurd Ferhad Merdê derbarê berxwedana gelê herêma Kobanê ya bê hempa de helbestek pêşkêş kir.
Kesayatê Oldar û Milleyê mizgefteke bajarê Dirbêsiyê Mille Mehmûd jî êrîşên komên çete yên li dijî herêma Kobanê ku li bin navê ola îslamê pêk tên, şermezar kir û got ku ev kom dûrê ola îslamê û exlaqê wê ne.
Piştî axaftinan dayîk, bav, ciwan û hemû welatî çûn serdana şervanên YPG'ê û YPJ'ê yên li derdora bajarê Serêkaniyê di çeperên şer de ne.

40 Şêx û rûspî tevlî YPG'ê bûn
Dirbêsiyê ku şêva din ji bo Kobanê derkete kolanan doh jî bersiva YPG'ê da û ji eşîr û malbatên pêşeng 40 kes beşdarî berxwedana Rojava bû.
Ji bo bersivdayîna banga seferberiyê ya ji bo piştgiriya bi herêma Kobanê re ku ji aliyê YPG'ê ve hate îlankirin 40 şêx û rûsipiyên eşîrên bajarê Dirêbêsiyê û gundên derdorê tevlî refên YPG'ê bûn û bi karwanekî wesayîtan çûn bajarê  Serêkaniyê û di nava bazara bajêr re geriyan. Piştre karwanê şêx û rûspiyan berê xwe dan gundê Til Xenzîr ê girêdayî bajarê Serêkaniyê. Li çeperên şer ên li Til Xenzîr şervanên YPG'ê û YPJ'ê bi kêfxweşî pêşwaziya wan kirin.
Yek ji rûspiyên ku tevlî refên YPG'ê bû, Beşar Mûsa ye. Mûsa der barê tevlîbûna wan wiha got: "Em ê bi xwîn û canê xwe piştgiriya herêma Kobanê bikin û bi serkeftina YPG'ê baş bawer dikin. Wekî ku YPG'ê bajarê Serêkaniyê ji çeteyan rizgar kir dê herêma Kobanê jî ji çeteyan paqij bike û hemû planên wan ên li dijî gelê herêmê vala derbixe."
Şervanê YPG'ê Hesen Ehmed jî ji bo tevlîbûna şêx û rûspiyên eşîrên herêmê kêfxweşiya xwe anî ziman û ji bo parastina Rojava banga vegerê li hemû Rojavayiyên koçber û li derve kir û wiha got: "Dema ku em dibînin şêx û rûspiyên eşîran tevlî refên me dibin, morala me bilind dibe. Tişta ku dihêle asta tekoşîn û berxwedana me ya li dijî çeteyan hê jî bilind bibe. Em wekî ciwan hêza manewî, vîn û israra xwe ji mezinên xwe digirin."

 DIRBÊSIYÊ/SERÊKANIYÊ




Li Til Koçer 30 çete hatin kuştin
Komên çete yên DAIŞ'ê êrîşî bajaroka Cezza ya başûrê Til Koçer kirin û li ser vê yekê hêzên YPG'ê bersiv da û di encamê de 30 çete hatin kuştin. Li gorî agahiyên ji çavkaniyên herêmê hatin girtin şevê din komên çete yên DAIŞ'ê êrîşî bajaroka Cezaa a başûrê Til Koçer ku li ser sînorê îraq û Rojavayê Kurdistanê yê kirin.
Li ser vê yekê hêzên YPG'ê bersiv dan û di encamê de pevçûn derketin. Hate  gotin ku di pevçûnên ku hîn bi awayekî demî dewam dike de 30 endamên yên DAIŞ'ê hatin kuştin û bi dehan hatine birîndarkirin. Heman çavkanî destnîşan kir ku komên çete neçar man paşde vegerin û ji herêmê dûr bikevin. 

 TIL KOÇER