Çalakiya Mertalên Zindî ya ji alî ciwanan li herêma Biradostê li dijî dagirkeriya dewleta Tirk hatî destpêkirin di roja 15´an de bi biryardarî dewam dike. Her ku diçe piştgiriya gelê herêmê ya ji çalakiya mertalên zindî re jî zêde dibe. Rojane welatiyên herêmê serdana mertalên zindî dikin û piştgiriya çalakiya wan li dijî dagirkeriya Tirk dikin.

Doh komek ji malbatên ji herêma Biradostê çûn serdana ciwanên li dijî dagirkeriyê xwe kirine mertal û ji hemû qelkê Biradostê xwestin li dora mertalên zindî bicivin û li dijî dagirkeriyê derkevin. Mertalên zindî jî bi germî pêşwaziya welatiyan kirin û ji wan xwestin ku zêdetir bibin piştgirê çalakiya wan.

Çalakiya Mertalên Zindî ya Qendîlê jî ku 14’ê Hezîranê destpê kiribû, bi serdanên piştgiriyê dewam dike.

Enternasyonalîst çûn serdana Qendîlê

Ji bo piştgirî û destekdayîna çalakgerên Mertalên Zindî yên li Binarê Qendîlê jî komek enternasyonalîst çû serdana çalakgeran. Ji Mertalên Zindî Amed Dersim pêşwaziya koma enternasyonalîstan kir û got, "Di serî de em xêrhatina mêhvanên xwe yên enternasyonalîst dikin. Di heman demê de piştgirîdayin û şiyariya mêhvanên xwe ya li beramberî dagirkeriya li ser Başûrê Kurdistanê em hêja dibînin û em ji hemû gelê xwe re dibêjin, li hemberî dagirkeriyê bi hev re tevbigerin û piştevaniya ciwanên xwe bikin."

 

BINARÊQENDÎL / BIRADOST