Hewildanên ji bo li darxistina Kongra Neteweyî dewam dikin. Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê-Rojava 1’ê tebaxa 2019’an bi partî û hêzên siyasî re civîneke awarte li dar xist. Di encama civînê de biryara destpêkirina înîsiyatîfa yekrêziya kurd li Rojava hate girtin. Ji bo wê komîteyek ji partî, hêz û kesayetên kurdî hate avakirin. Piştî sazkirina komîteyê rêzecivîn hatin lidarxistin. Di encamê de 28 partî û hêzên Rojava û bakur û rojhilatê Sûriyeyê beşdarî înîsiyatîfê bûn. Têkildarî mijarê hevseroka Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) Eyşe Hiso axivî. Ayşe Hiso diyar kir ku komîteya KNK-Rojava ji bo yekrêziya refa kurd û parastina destkeftiyên gelê kurd roleke girîng lîst û got: Hin partî û kesayetên kurd xwe ji vê înîsiyatîfê dûr dixin. Ev yek jî dide xuyakirin ku ew girêdayî hêzên derve ne. Ev kesayet û hêz jî alîgirên dewleta Tirk in. Her kes vê dizane û êdî nîqaş li ser nayê kirin. Bêdengiya wan a li hemberî binpêkirinên dewleta Tirk ên li dijî gelê kurd jî delîla vê yekê ye.”

Dixwazin planên înîsiyatîfê felc bikin

Der barê netevlêbûna ENKS’ê ya înîsiyatîfê û îdiaya wan a ‘KNK-Rojava girêdayî PYD’ê ye’ jî Hiso ev nirxandin kir: “Bi vê hincetê dixwazin ji înîsiyatîfa yekrêziya refa kurdî dûr bikevin. Îdia û bangeşeyên têkildarî PYD’ê nerastin. Hemû kurd armanc û hewldanên komîteyê, herêmên ku lê belav bûne û KNK-Rojava baş dizane. Zêdetirî 28 partî û hêzên siyasî destekê didin înîsyatîfa kongreyê. Li rex vê piştgiriyê saziyên civaka sivîl û kesayetên serbixwe jî hene. Armanca van bangeşeyan reşkirina vê înîsiyatîfê ye. Dixwazin vîna partî û hêzên kurd ên di înîsiyatîfê de têk bibin û planên înîsiyatîfê felc bikin.”

Bang li hemû aliyan kir

Hevseroka PYD’ê Eyşe Hiso herî dawî jî got: “Tevlêbûna înîsiyatîfê mafê hemû kurdan e. Em jî mîna alî, partî û hêzên siyasî yên kurd ên li Rojava û herêmê beşdarî înîsiyatîfê dibin. Baweriya me bi armancên hêja yên înîsiyatîfê tê. Gelê me êdî dost û dijminên xwe baş nas dike. Êdî gelê me dizane kî dixwaze wan qels bike û wan bike kole. Gelê me li dijî van hêzan xwedî helwest e. Ez bang li hemû aliyan dikim ku li dora înîsiyatîfê kom bibin. Hemû kesên dixwazin tev li bibin bila kerem bikin. Da ku em layiqî fedekariyên mezin ên gelê kurd bibin.”

 

QAMIŞLO