Konsereke muzîkê ya klasîk, yekşema bê 17´ê Îlonê wê li Dorstenê, li hola hunerî Mercadenê saet 17´an derkeve pêşberî dildarên muzîkê. Di konserê de Nikolaj Rimskij-Korsakov “Scheherazade/Şehrazade”, Karol Szymanowski “Sechs Lieder der Märchenprinzessin/Şeş stran ji bo prensesa çîrokan” û Koray Berat Sari “Anatolische Suite Nr. 3/Suita Anatoliyayê Hejmar 3”. 

Ji van hersêyan pedagogê muzîkê û komponîst Koray Berat Sari Kurd e û ji 6 saliya xwe ve li Baglameyê dixe ku ji bavê xwe fêr bûye. Di Suita Anatolyayê Hejmar 3 de dengên nerm ên baxlemê tevî kemanekê guhdaran dibin erd û çiyayên Kurdistanê, destan û çîrokên wî welatî bi mirovan didin hîskirin.

Koray Berat Sari bixwe dibîje, “Ev çiya berê star bûn ji bo hindikahiyên dihatin tepisandin. Îro mixabin li van çiyayan şer rewşa asayî ye. Min bi vê kompozîsyonê xwest êşa dîrokî tevî bextewerî û şahiya govendê weke hêviyê îfade bikim.

Yên ku konserê wê muzîkê îcra bikin, ev in: 

Charlotte Schäfer: Sopran

Nurê Dlovanî: Keman

Koray Berat Sari: Baxleme

confido camerata

Birêveberiya muzîkî: Wolfgang Endrös



 NAVENDA NÛÇEYAN